Wezereta Pêşmerge: Werin xwe biceribînin
Wezareta Pêşmerge di daxuyaniyekê de bersiva Serokê Girûpa Çekdarî ya Esayibî Ehil Heq a Şîeyên Iraqî dide û dibêje:Eger niyeta we ji bo Enfalek (Qirkirin) din hebê, werin xwe biceribînin da ku em Enfala we jî bibînin.Serokê Girûpa Çekdarî ya Esayibî Ehil Heq Daxûyaniya Wezereta Pêşmerge:“Derbarê daxuyaniyên Qeyis Xezelî di televizyoneke Iraqî de derbarê qonaxa piştî DAIŞê û Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê de, ku gotinên wî tejî kîn û dijminahî ne. Em wek Wezareta Pêşmerge ji wê girûpê û ji serokê wê re dibêjin, gefên we li hemberî Kurdistanê netiştekî nû ne û kar û helwestên we jî li dijî xelkê Iraqê ji her kesî re eşkere ne, ku we serê bi sedan welatên Iraqê li ser mezheb û nasnameya wan jêkiriye û divê hûn li ser wan tawanan bên dadgehkirin.Gelê Kurdistanê, Enfal û kîmyabarana Sedam û qutkirina nan ji aliyê Malikî û yên wek wî ve dîtiye. Hûn jî, eger niyeta we ya enfaleke din bi serê Kurdan de hebe, dest ji gefan berdin û werin xwe tecrûbe bikin, da ku em enfala we jî bibînin.Em hêvîdar in ew daxuyaniyên xeran ên dijminkarî tenê helwesta Xezelî û girûpa wî bin û ne ya Heşda Şeibî bin.”