Civak

Wezereta Pêşmerge: Hûn nikaribin xizmeta Pêşmerge bikin, dijatiya wan jî nekin

Wezareta Pêşmerge, rapora îro ya rojnameya Awêne red dike ku derbarê Pêşmergeyên Kurdistanê ye û wezaret ji dezgehên ragihandinê dibêje, hûn nikaribin xizmeta Pêşmerge bikin, dijatiya wan jî nekin.Rêveberê Rewşenbîrî û Hişyariyê yê Wezareta Pêşmerge Helgurd Hîkmet ji malpera KDP.info re ragihand: “Mixabin ev helwest ji medyayên kurdî ne karekî baş e û bi ti awayekî xizmetê nagihîne Hêzên Pêşmerge û doza rewa ya gelê me, bi taybetî bo qonaxa niha ya Kurdistanê, û eger pêşmergeyekî dest ji pêşmergatiyê berdabe û cûbe Ewropa, tiştekî xerîb û pir kêm e, lê heta niha ti yekîneyên Pêşmerge em agahdar nekirine ku pêşmergeyekî ji ber qeyrana darayî dest ji pêşmergatiyê berdaye.”Hikmet got, niha gelek xwebexşên me hene û heta niha xwebexşan jî ev helwêst nîşan nedane. Ew hatine alîkariya birayên xwe yên Pêşmerge bikin bo bergiriyê li axa pîroz a Kurdistanê, bê ku guh bidin pirsgirêkan û kirîza darayî.Rêveberê Rewşenbîrî û Hişyariyê yê Wezareta Pêşmerge da zanîn ku, kirîza darayî bandoreke mezin li ser civaka Kurdistanê heye, lê eger em vegerin bo bakgirawenda Pêşmerge, wan li ser perwerdeyeke niştimanperwerî rahênan dîtine û ti carî Pêşmerge dest ji pêşmergayetiyê bernadin û ji ber sedemên darayî dest ji çeperên şer bernadin. Gotina me bi dezgehên ragihandinê ye ku, eger hûn nikaribin xizmeta Pêşmerge bikin, dijatiya wan jî nekin, ji ber ku em dibînin ku dest li pişt wan nûçeyan e bo mebesta hest û soza Pêşmerge.

Back to top button