Wezereta navxwe yekrêz bû

Li Hewlêrê û di kongireyeke rojnamevanî de, Îmad Ehmed cîgirê serokwezîrê Kurdistanê bi amadebûna Kerîm Şingalî wezîrê navxweyîyê Kurdistanê, nûçeya yekgirtina wezareta navxwe ya Kurdistanê li ser her sê astên serbazî, îdarî û darayî ragihand.
Îmad Emed di kongireyeke rojnamevanîya hevbeş de li gel Kerîm Şingalî wezîrê navxweyîyê Kurdistanê, ragihand, ku wezareta navxweyîya Kurdistanê êdî bi tewawî yekgirtî ye.
Îmad Ehmed di beşekê axavtina xwe de da xuyakirin, ku ji niha paş ve dê navê fermîyê hêza polîs a wezareta navxweyî, bi navê ´´polîsê amade ya herêma Kurdistanê´´ be û êdî dê cilûbergên hemûyan jî yek şêwe be.
Di derbarê ferqiya mûçeyên karmendên wezareta navxweyî jî, Îmad Ehmed tekezî li ser ewê çendê kir, ku ´´ mûçe li gor berjewendîya karmendên wezaretê dê bihê rêkxistin.´´
Her du îdareyên wezareta navxweyîya hukûmeta herêma Kurdistanê piştî vê yekê bi tevahî hatine yekxistin, ku di roja 8 heyva Nîsanê de, kabîneya heftem a hukûmeta herêma Kurdistanê piştî dest bi kar bûna xwe, biryar da di maweya 45 rojan de her du îdareyên evê wezaretê yek bixe.
Kabîna 7-ê ya hukumeta Kurdistanê 8-ê meha Nîsanê biryar dabû ku wezereta navxwe bikin yek û vê yekê jî di 45 rojan de pêkbînin.