Cîhan

Li Meqsîkayê hovîtiya çeteyan ranawesta

 

Li Meqsîqayê cesedên 49 kesan ku hatibûn perçekirin, li ser rê hatin dîtin. Hefta borî jî 9 kes bi dervekirî hatibûn dîtin.

Li bakûrê Meqsîqayê bajarê Monterey, li ser rêya çûnûhatinê cesedên 49 kesan ku ji aliyê çeteyan ve hatine kuştin, hat dîtin.

Çendake Meqsîqa bi kuştinên hovane dikeve rojeva cîhanê. Mafya û çeteyên şîdeta bêsînor bikar tînin, xwîna mirovan dicemidînin. Dîsa li bajarê Monterey, 49 kes li ser rê, cesedên wan hatiye perçekirin hatin dîtin.  Di nav wan de 6 jî jê jin in. Gorî agahdarkirina berpirsyarên Meqsîqayê, ev hovîtiyana karê nav çete û mafya ne.

Hefta borî jî, li ser pirekê 9 cesedên kesan yê darvekirî hatibûn dîtin. Dîsa di heman rojan de 14 cesedên kesan di hûndirî qerisînera kûr de derketibûn.
Di nav 6-7 salan de bi hezaran kuştîyên bi hovane hatine kuştin hene.  

 

 

 

 

 

Back to top button