CivakRojev

Wezereta Navxwe ji bo parastina hemweatiyan hindek biryarûn tund standin..

Wezareta navxwe ya hikûmeta Kurdistanê çend biryarekî nû bo xweparastina ji şewba vîrusa koronayê derxist.

Roja 24.12.2020ê wezareta navxwe bi nivîskî hin biryarên nû yên ji bo xwe parastina ji şewba vîrusa korona derxistin û ragehand, biryar hatiye dayîn geşt kirina hemwelatiyên Iraqê bi rêya deriyên sînorê herêma Kurdistanê ve bo welatên Brîtanya, Başûrê Afrîqa, Australîa, Danîmarka, Holanda, Belçîka, Îran û Japonya hatiye qedexe kirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe:

Geşta welatiyên Iraqê bo welatên Brîtanya, Başûrê Efrîqya, Australya, Danîmark, Hollanda, Belçîka, Îran û Japonya tê qedexekirin.

Hatina kesên biyanî ji wan welatên ku navên wan li jor hatine tê qedexekirin, ji bilî hatina şandeyên dîplomasî û fermî.

Welatiyên Iraqî yên ji wan welatan vedigerin, divê 14 rojan bêne kerentînekirin.

Deriyên sînorî yên Hacî Omeran, Başmax, Perwîzxan di rûyê geştiyaran de tên girtin.

Hemû kombûn, konferans û civîn qedexe ne.

Semawend, ahengên şahiyê, çûna ser goran û danîna konên sersaxiyê qedexe ne. Her kesê pabend nebe, bi 2 milyon Dînaran tê cezakirin.

Hemû cihên giştî yên weke bazar, xwaringeh û cihên bazirganî bê danîna maskê, nabe kes bikeve hundir û sîxûr wê bi mîlyonekê were cezakirin. Her kesê pabend nebe, bi 150 hezar Dînar tê cezakirin.

Divê rûniştvanên Herêma Kurdistanê rêkarên xweparêziyê li ber çav bigirin.

Her kesek mask bi kar neyine, bi 20 hezar Dînar tê cezakirin.

Back to top button