Nivîsar

Wezên bi kurdî li mizgefta fermî

WE`ZÊN KURDÎ LI MIZGEFTA FERMÎ

Li hin mizgeftên Bakûrê Kurdistanê, dest bi dana we´zên kurdî hatiye kirin. Ev we´zên hanê di rojên înan de têne dayî.

Ez roja înê (06. 04. 2012) saet li dor 11.30 li Êlihê (Batman) gava çûm mizgefteke li nêzê riya balafirgeha kevn, ha ku min dît melayê fermî rêzdar Mele Heqî dest pê kir û bi kurdî we´z dan. Min pêşî bawer nekir ku Melê bi kurdî dibêje, min got belkî bi farisî dibêje. Lê her ku min guhên xwe tappêl kirin û guhadrî kir, erê min dît ku rast e Melê bi kurdî we´z dibêje. 

Mele Heqî di we´zên xwe de behsa desmêjê dikir û digot: ”Şûştina dest û milan heta dirsegan e…”
Piştî we´zên kurdî, îcar dest bi yên erebî kir. Piştre dest bi yên tirkî kir. Yanî di mizgefta fermî de we´zên bi zimanê tirkî, cihê xwe di radeya sêyemîn de werdigirtin.

Piştî nimêja înê, ez çûm ba Mele Heqî û min pêşî rihê wî yê rindik maçî kir, piştre jî min spasiyên xwe ji bo dana we´zên kurdî pêşkêş kirin. Melê jî weha gote min: ”Eger kesê we´zan fêm neke, ew nikare vatiniyên xwe yên olî jî bi cih bîne…” 
Ji 1980 heta niha, ev cara yekemîn e ez li bajarekî Bakûr dibînim ku we´zên kurdî li mizgefteke fermî têne dayên.

Zeynelabidin Zinar
[email protected]

Back to top button