Polîtîk

Çevik Bir hate girtin

Vê sibehê  di çerçova doza 28-ê sibatê de 31 orgeneral û efserên bilind yên Kevin hatin girtin.

Bi biryara dozerê xwedî desthiladariya taybet biryara lêgerîna malên hinek orgeneralên Kevin hate dayin. Heta niha li Enqere û Stanbulê 31 kes hatine binçav kirin.

Di nav wan de yê herî girîng cîgirê serokerkanê Tirkiye yê berê Çevîk Bir e. Vê sibehê li mala Çevik Bir lîgerin hate kirin û Çewik Bir girtin û birin emniyetê. Piştî lêpirsînê dê Çevik Bir dexin himber dozer û biryara dawî dozer dide. Wek tê zanin di dema serokwezîriya Necmettin Erbekan de bi fermana Çevik Bir tank li kolanên Enere geriyan û Erbekan li ser vê bûyerê xwe ji hukumetê da aliyekî.

Niha jî Çevik Bir û hevalên xwe bi sedema teşebusa darbeyek leşkerî hatin binçav kirin.

Back to top button