Civak
Wezareta Pêşmerge bersîva Neteweyên Yekgirtî da
Wezareta Pêşmerge hinek zanyariyên rapora rêxistina Neteweyên Yekgirtî red diket ku behsa binpêkirina wan beramber zarokan ji aliyê hemû hêzên Iraqî yên di nava wan da hêzên Pêşmerge jî dike ku 34 zarok kuştine.
Sekreterê Giştî yê rêxistina Netewên Yekgirtî di raporek da civata asayîşa navdewletî ku rêxistina Da’îşê, hêzên emniyên Iraqê û Herêma Kurdistanê û hevpeymaniya navdewletî weku wan aliyên diyarkirî ku li temmuza 2015 heta temuza 2019 binpêkirinên li dijî zarokan li Iraqê kirîne.
Serbest Lezgîn Birîkarê Wezareta Pêşmerge ragihand rapora Netewên Yekgirtî lawaz û bêserubere, nedibû Pêşmerge li gel Da’îşê û hinek rêxistinên din bê têkel kirin.