Cîhan

Li Stanbulê rûdana balefirê

Li Stanbulê balefirxaneya Sebiha Gokçek balefirek a rêwiya dema danî xwar ji pîstê derket kete çalekî de.

Balefir a Pegasus bû, ji Îzmîrê dihata Stanbulê. Di balefire de 177 rêwî hebûn. Li gora agahdariyan balefire dema ku xwest deynê erdê ji 30 metreyî keta xwar nekarî bisekine û heta dawiya pîstê gelek bi surat hat û ji pîstê derket. Balefir bû 3 parçe.

Di vê bûyerê de, 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 174 rêwî û 6 karmend jî birîndar bûn.Piştî bûyerê balefirxaneya Sabiha Gokçek ji balefiran re hate girtin. Berê hemû balefiran dan balefirxaneya Stanbulê.

Îro sibehî balefirxane cardin ji bo hatin û çûyîna balefiran hate vekirin.

20-02/06/1.jpg

Back to top button