Civak

Parlemen proje yasayek ji bo Kurdên derveyê welat amade dike

Di semînereke vekirî da li bajarê Oslo ya paytexta Norwêcê, Dr Rêbwar Babkeyî Endamê Parlemena Kurdistanê û Serokê Lîjneya Peywendiyên Derve ya Revenda(Kurdên derveyê welat) Kurdistanê diyarkir ku niha Parlemanê Kurdistanê amadekariya proje yasayek ji bo Revenda Kurdistanî li derveyê welat dike.

Şanda Parlemena Kurdistanê ji bo wergirtina bîr û nêrînên Revenda Kurdî serdana Oslo kirine û ev şand dê serdana gelek welatan bike.

Di semînera xwe da Babkeyî diyar kir ku niha Parlemena Kurdistanê amadekariya proje yasayek ji bo revenda Kurdî dike. Her wisa diyar kir ku pêdivî bû ev proje berî niha hatiba berhevkirin.

 

Back to top button