Wezareta Navxweyî daxwaz dike ku sêdar li ser cadeyan bên bi cîh anîn
Wezareta Navxweyî daxwaz dike ku sêdar li ser cadeyan bên bi cîh anîn
Wezareta navwxeyî ya Îraqê daxwaz dike ku sizayê lisêdaredana tawanbaran li heman wan cade û kolanên tawanbaran teqîn têde encam de ne, bên bi cih anîn. Eve di demeke de ye ku Civata Bilind a Daduweran li Îraqê di 5ê vê mehê de ragehandiye ku di sala 2009an de, sizayê lisêdaredanê ji 77 kesan bêtir hatiye bi cih anîn.
Ji aliyê din ve rêxistina Lêburîna Navdewletî (HRW) di 5/12/2009an de xuya kir ku 120 kes li Îraqê di sala borî de sizayiyê sêdaredanê girtine. Rêxistina navhatî daxwazê ji desthelatdarên Îraqê dike ku sizayê li sêdardanê bi ser wan her 900 kesanan de cçbicîneket, yên ku biryara lisêdaredanê bo wan derketîye û di nav wan de 17 jin in û dikare ev jin demeke kurt de bêne sêdarekirin.