Mizgîniyeke xweş bû
Dema min di Evropress.com da ew nûçe dîtî ku dê li Duhokê kenalekî esmanî hêt vekirin, min ji nîva dilê xwe kir gazî û got YES, başbû û mala xudê hizar cara ava ku dê me jî li domahiyê kenalekê esmanî, yê bê minet, hebît! Lê hîvîdikem di astêkê bilind û jêhatî da bît.
Eve xuzîya gelek xelkîye, bawer dikem ji derve û ji nav Kurdistanê bi giştî û bi taybeyî jî bo me evên di medyayê da kar dikin mizgîniyek gelek xweş bû!
Medya kurdî bi taybet jî kenalên televzîonî nuha li ser systema fanosa sihrî kar dikin, te hind dît di navbera şevek û rojeka da kenalekê mezin digel avahîyekî hatine damezrandin. Û gelek kesên ku hîç karê wan medya nîne van zirre kenalan li dûv hewayê xwe bi rêve di bin, ya ji hemîyê xirabtir jî ewe ku her yek ji wan 4-5 programa pêşkêş dike, eve çewa çêdibe, nizanim xudê dizane..Yan jî şansê wan heye û yê li ser fanosê helbûne!
Duhok-Tv
Merem li vêre ewe ku medya herêma Soran bi taybet jî Hewlêr pitir desthalat û xudanî heye ji herêma Behdînan. Rûntrîn nimone jî avahîyê DuhokTV ye. Duhok TV ya ku yek ji kevintrîn û mezintriîn kenalên kurdî bûye ku li başûrê Kurdistanê piştî serhildanê û li sala 1992 hatîye damezrandin. Lê ta nuha çi pêşkeftinên berçav ne çêbûne li vî kenalî , û karmend berdewam kar bi alavên kevin û di avahiyê teng û tarî da dikin.
Bîra min tê dema min li vî dezgayî kar dikir di navbera salên 1999-2002ê avahiyê nû di prossesa avakirnê da bû û her roj me xewin pêve di dîtin ka kengî dê bi domahî hêtin, piştî heft salan vegerîme ve vî dezgahî min dît ku hêşta avahîyê nû nîvero û helawîstiye (nemrî û nemayî) ye. Û eve pitirî 10 salan derbazbûn, nê eger pîramîdeka Misrê jî ba wê di van hemû salan de xilas biba..
Îca vekirna kenalekê setelayt li Duhokê, dê bibe rêzgirtin û piştgiryeka mezin ji bo medya Behdînan. Û her wekî rêzdarekî gotî: “bila em ne mînin bi hêvîya demjimêreka Kurdistan yan Zagroz-TV ve. Nuha em kurdên ji derve û bi taybetî jî kurdên kurmancî axêvên başûr mafê me hatiye xwarin di kenalên setelaytê yên başûrê Kurdistanê de, û ji ber ku tevaya van kenalan hema bêje 90% bi Soranîye. Û eger ji kerema xwe demjimêrek da em memnonîn (supasdarîn) û ew jî bo raportekêye yan programekê bê ser û ber e.
Li domahiyê di bêjim: Bi dîtina min me jî şîyanên mezin û kesên zîrek û jîr hene, û me jî mafê hindê heye ku nuha me kenalê televzîoneka giştî ya esmanî hebe ku bi dirustî deng û sîmayê devera me û xelkê wê nîşan û pêşkêş bike li hember 6-7 kenalên dî ku bi diyalêkta Soranî ne.
Sozan Şerefanî
2009-11-4