Wezareta Gihandinê hewl dide Interneta Kurdistanê çareser bike
Wezareta Veguhestin û Gihandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz ji kompanyayên Înternetê dike ewên bi sîstema Wimax kar dikin heta 15 rojan de serdana Wezaretê bikin ku tekez li ser girêdayîbûna xwe ya bi gihandina xizmetguzariyê ji bo hemû bajarên Herêma Kurdistanê û baştirkirina wan bidin ku welatî gileyiyê li wan dikin.
Wezareta Veguhestin û Gihandinê, li daxuyaniyek de radigihîne ku wan kompanyayan agahdar kirine ku li demeke diyarkirî de serdana Wezaretê bikin û eger na rênimayiyên yasayî li beramberî wan de tê peyrew kirin.
Li daxuyaniyê de hatiye nivîsîn: “Bi mebesta bi cîhkirina rênimayiyên Wezaretê ya li warê gihandinê de li gor peymana serekî û agahdarkirina we bi nivîseke fermî ji aliyê Wezareta me ve li her dû meha (7) û (8) ê 2013 bi mebesta serdana we ya Wezaretê ya ji bo îmzakirina paşkoya peymanê ya ji bo zêdetir bi cîhkirina hemû birgeyên peymanên di navbera me û berev pêşveçûna xizmetguzariyên we û nehiştina gileyî û gazindeyên welatiyan û ji ber nebûna xizmetguzariya Internet li gelek cîh û warên Herêma Kurdistanê û negihiştina we bi gelek cihên we yên muhlet wergirtî, ji bo wê yekê we agahdar dikîn piştî vê belavkirinê tenê panzdeh roj dema heye serdana Wezaretê bikin û piştî wê dema diyarkirî Wezaret bi encamdana karên yasayî beramber kompanyaya we radibe”.