Kultur

Weşanên sopranoya Kurd ji arşîva TRT hatin derxistin

Nîjadperestiya li hember Kurd û zimanê Kurdî didomin. Desthilatdarên Tirkiyê û medya wê ji bo ku navê Kurd, Kurdî û Kurdistanê neynin ser zimên, helwestek nemirovane digrin.

Hemû qeydên arşîva TRT yên sopranoya navdar Pervîn Çakar a ku destê wê ji aliyê Serokê Giştî yê CHP Ozgur Ozel ve hatibû maçkirin, hatin derxistin. Tevî ku qeydên wê hatin jêbirin jî, xelatên ku hunermenda Kurd stendine berê ji aliyê medyaya nêzî hikûmetê ve hatibûn ragihandin.

Piştî ku Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel destê sopranoya Kurd Pervin Çakar maç kir ji alî dijberên wî bû hedef û medya nêzîkî hikûmetê rexneyên giran lê kirin.

Medya nêzîkî hikûmetê di demên çûyî de pir pesnê Pervin Çakar dabûn, gelek caran ew derxistibûn kanala TRT Kurdî û xelatên ku di qada navnetewî de stendibûn weşandibûn. Lê piştî Serokê CHP Ozgur Ozel beşdarî konsera wê bû û destê wê maç kir, TRT Kurdî hemû qeyd û weşanên Pervîn Çakar ji arşîva xwe derxist da ku nîşan û belgeyek di destê mixalefetê de nemîne û rê li ber rexneyên mixalefetê bigrin. 

MEDYA NÎJADPEREST ÇAKAR KIRIN HEDEF 

i bilî parvekirinên Çakar ên medyaya civakî, ku nasnameya wê ya Kurdewarî derdixe pêş, gelek kes û saziyên çapemenî yên nêzî hikûmetê, di nav wan de Kubra Par a ku di TV100 de bernameyan pêşkêş, dest bi niqaşa “gelo hunermenda Kurd li cîhanê navdar e yan na” kirin hewl dank û soprano ya Kurd Pervin Çakar piçûk û bêqîmet bikin û destkeftiyên wê bêrûmet bikin. 

Rojnameya Sabahê dema ku sernavê “Özgür Özel li ber dijminê Tirkan çong xwar kir” nivîsand, Yenî Şafakê jî îfadeya “Özgür Özel destê Pervîn Çakar a ku dewleta Kurdî dixwaze û Tirkiyê wek dagîrkir dibîne ramûsand û li konsera wê guhdarî kir” nivîsand. A Haberê jî got ku “Serokê CHP Ozgur Ozel li ber dijmina Tirkiyê Pervîn Çakar çong xwar kir û destê wê maç kir” nivîsand.

Medya û çapemeniya nêzîkî hikûmetê bi her awayî, bi her helwestên dûrî exlaq û edebê nêzî mijarê bûn û ji bîr kirin ku wan di dema derbasbûyî de bi dehan car pesnê Pervîn Çakarê dabûn.   

ŞAREDARIYA AKP XELAT DABÛ WÊ 

Eşkere bû ku Pervîn Çakar a ku îro ji aliyê saziyên desthilatdariyê ve bûye hedef, di sala 2013an de ji Şaredariya Beyoglû ya AKP xelat wergirtiye. Soprano Pervîn Çakar di sala 2013an de di Xelatên Muzîka Klasîk a Donizetti de, ku ji aliyê Kovara Andante ve bi hevkariya Şaredariya Beyogluyê û bi piştgiriya KÜSAVê hat lidarxistin, wek Hunermenda Herî Baş a Operayê hat hilbijartin.

Balkêş e ?
Close
Back to top button