Civak

Serokwezîr: Hikûmet ji bo jinavbirina tundiya li ser jinan xebatên xwe didomîne

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, biryarmendiya hikûmetê ya ji bo paraztina mafên jinên Kurdistanê û têkoşîna li dijî tundiyê bi giştî û tundiya li ser jinan bi taybetî dupat kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan, li ser tora civakî ya X (Twitter) daxuyaniyek belav kir.

 Mesrûr Barzanî got: “Em biryarmendiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo paraztina mafên jinên Kurdistanê û rûbirûbûna tund û tûjiyê bi giştî û tundiya li ser jinan bi taybetî dubare dikin“.  

Li gor daxuyaniya Barzanî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi berdewamî li ser jinavbirin û sînorkirina tund û tûjiya li dijî jinan, di hikûmetê de“bihêzkirina pêgeha jinan û cîbicîkirina yasayan, bihêzkirina rola dadgehan û girtin û sizakirina tawankaran” dixebite.

Back to top button