Werin em kêşeyan çareser bikin û pêşerojek baştir ji bo welat misoger bikin.

Serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minsebeta li hevhatina 11ê Adara 1970ê daxûyaniyek ji bo Raya Giştî ragihand. Serokê Kurdistanê dibêje:Belê wekî herdem îradeya gelê Kurdistanê ji bo gihîştina bi mafên xwe ji zebr û zeng û hêza çekan bihêztir bû, dawiyê de her ew rêkeftin bûye bingeha destkefta mezintir li raperîn û federaliya Herêma Kurdistanê.

Deqê Peyama Serokê Kurdistanê:

Îro birêz û rûmetê ve bîranîna pêncih û yek saliya rêkeftina yanzdehê adara 1970 dikîn ku berhemê şoreşa mezina Eylûl û têkoşîna berdewam û mukimî û îradeya bilinda gelê Kurdistanê ya bi rêberiya Barzaniyê Nemir bû. Li vê bîranînê de silav û rêz ji bo giyanê pakê şehîdên Kurdistanê re dişînîn ku bi navê azadiya gel û welat da canên xwe gorî kirin.

Rêkeftina yanzdehê adarê yekem belgenameya fermî bû li dîroka nêzîka gelê Kurdistanê da ku Hikûmeta Iraqê neçar kir li çarçêweya otonomiyê da hinek ji mafên wê binasêne. Her çende Hikûmeta Iraqê paşê li ser bingeha lojîkiya hêz ji rêkeftinê poşman bû û paşve vekişiya, lê belê wekî herdem îradeya gelê Kurdistanê ji bo gihîştina bi mafên xwe ji zebr û zeng û hêza çekan bihêztir bû, dawiyê de her ew rêkeftin bûye bingeha destkefta mezintir li raperîn û federaliya Herêma Kurdistanê.

Lojîka hêz û paşgezbûna li rêkeftina yanzdeha adarê, li berdewamiya şer û anîna malwêranî û karesatên zêdetir ji bo Iraqê, tişteke din lêneketiye, ji bo wê yekê bila li vê bîranê de em hemû li Iraqê pend û wane li dîrok û şaşiyên berê werbigrîn û pêgirî destûr û hevbeşî û alîkariya di navbera xwe da bîn, heta hemû kêşeyan çareser bikîn û aramî û pêşketin û paşerojeke baştir ji bo welat û hemû pêkhatên wê mîsoger bikîn.

Rêkeftina yanzdeha adarê wekî çawa berhema yekgirtî û tebayî û yekrêzî û şoreşeke seranseriya hemû pêkhatên gelê Kurdistanê bû, bila bîranîna wê jî bikîn handerê tebayî û yekrêzî û pêkve kar kirin û alîkariya di navbera tevahiya aliyan û pêkhatan bi navê parastina destkeftan û çespandina sîstema federalî û mîsogerkirina mafên destûriyên gelê Kurdistanê da.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

11.03.2021

Nerîna min :