Nivîsar

“ Were veca vî kerî di vî borî re derbas bike “

Berpirsê pilebilind ê PKK Mustafa Karasu, bangewaz li Kurdan kir ku“Ji bo cîhanek bêdewlet, bê jin, bê mêr, têkoşînê bidin”.Herweha Karasu armanca sedsalan a Kurdan ji bo serxwebûnê, wekî armancek “paşkeftî” binav kir.Di nivîsa xwe ya bi navê “Serhildana li dijî moderniteya kapitalizmê” de, ku di rojnameya Yeni Ozgur Politika de hatî weşandin, Karasu, daxwaz ji Kurdan kir, ne ji bo dewletek serbixwe ya Kurdistanê, lê ji bo sosyalizmê têbikoşin. Karasu nirxandinên xwe li ser tesbîtên Abdullah Ocalan ên “moderniteya demokratîk” kir û diyarkir: “Bêyî li dij derketina dewletê, sosyalistî nayête kirin”.Mustafa Karasu, di her nirxandina xwe de bêjeya “demokratîk” di destpêkê de bikar tîne û dibêje: “Moderniteya demokratîk, bi tevayî dive alternatîfa konfederalizmê demokratîk li hember dewletê ji xwe re bike bîngeh. Konfederalizmê demokratîk: dê tade, serdestî, endustrializmê û herweha cinsiyetparêzbûnê ji hole rake û civata demokratîk biafirîne. Gel bi xwe dê desthilatdariya xwe bike. Demokrasiya rasteqîn e. Sosyalîzm jî di encama civatak weha demokratîk û sistemek weha konfederal demokratîk de dikare serbikeve. Kapitalizm jî bi vî şêweyî dikare bê herifandin. Aboriya komunal demokrasiyê bi civata demokratîk, civata demokratîk jî dikare tenê bi komunalizmê bijî. Bi vî awayî demokrasiya rasteqîn û sosyalizm yek e. Ne wekî di edebiyata sosyalizma klasîk de hatiye gotin: demokrasî formek dewletê ye. Berovajî alternatîfa dewletê ye”.“Cîhanek bê dewlet, bê jin, bê mêr”Di nivîsa xwe de Mustafa Karasu teoriyên Marks û Engels wekî çavkanî bikar tîne û diyar dike ku “azadiya Kurdan di sosyalizmê de ye”. Parastina ramanên bêdewletî, hilweşandina malbatê dike û dide diyarkirin “Carek din em bêjin: niha dema ramana cîhanek bê dewlet, bê serpereşt, bê axa, bê jin, bê mêr e. Desthilata ne dewlet, jiyana bê serpereşt, aboriya bê axa, jiyana wekhev a bê jin, bê mêr dikare bête afirandin. Hilweşandina desthilata ideolojik, ramana azad ji dema civata neolitik ve heye. Hevçerxiya demokratîk li ser bîngehê civata demokratîk – ev raman dive bên vejinandin.“Ala Kurdistanê nûnertiya me nakeKarasu di nirxandinên xwe de dijberiya xwe hemberê Ala Kurdistanê diyar dike û dibêje ku, nûnertiya wan nake. Ala konfederalizma demokratîk wekî ala xwe binav dike.Gelo çi mejî yan jî bawerî dikare li ser nêrîna Karasu şiroveyekî bike? Ev civaka Karasu behsê dike li tû litaratur û felsefeyê de tuneye. Karasu ne kesek gelek akilê ku mirov bêje di xeyalê xwe de hinek tiştan dibêje. Di kurdî de gotinek heye “Were vêca vî kerî di vî borî re derbas bike“

Back to top button