Tevgera Ciwanên Kurdistanê û Lawên demokratên Kurdistanê çalakiya xwe ya pêşengeha weneyên şehîdên şerê dijê DAÎŞê berdewam dikin.Îro jî li Mêrdin/Qoserê li qada bajêr peşengeh hate wekirin. Xelkê dverê aleqederek gelek mezin dide nîşandan.Tevgerê ji bo pêşengehê serîli bajarvaniya Qoserê da, lê mixabin bajarvaniya Qoserê ku di destê HDPê de ye daxwaziya Tevgerê qebûl nekir û rê neda ev pêşengeha Şehîdê Kurdistanê bête li darxistin.Lê Tevgerê vê carê serî li qeymeqamiya Qoserê dan û izna yasayî ji wê derê wergitdin û Çalakiya xwe bi alayên Kurdistanê û weneyên şehîdan pêkanîn.Ev çalakî du rojan berdewam e. Herweha helwesta bajarvaniya Qoserê û Qeymekamê oserê jî balkêş e.Pêşengeha şehîdên şerê dijê DAÎŞê ji Kobanê heta Şingalê. ji Şingalê heta Kerkûkê weneyên şehîdên ji her çar beşên Kurdistanêne.