Cîhan

Welatên erebî Sûrî ji çav derxistin

Yekitiya Ereban di nav xwe de endametiya Sûrî cemidand. Herweha Yektiya Ereba xwe amade dike di derbarê aborî û siyasî de jî hinek sizeyan ji bo Sûrî deyne.

Wezîrê derve ya welatê Qeterê Hemîd Bin Casim El Tahanî da xuyakirin ku, ev biryar hate dayîn ji ber ku Sûrî plana aşitiyê ya Yekitiyê bi temamî cih neanî.Herweha hat ragihandin ku dê Yekiya Ereba  biryarê bide kî welatên endam, nûnêrên xwe yê li Şamê şûnde bikşînin  yan na. Ihtimala ku welatên Yekitiya Erebî ku tu nûnerên xwe li Sûrî nehelin geleke.

Balyozê Sûrî yê Yekitiya Erebî, ev biryara yekitiyê red kir û da xuyakirin ku ev biryar li dijê rêznama yekitiyê ye û ev biryar bi bandora Amerîka hatiye girtin. Tê zanîn ku tundî û tujiya li Sûrî roj bi roj zêdetir dibe û rejim bi hemî awayî dije opozisyonê şerek dijwar dide.

Li gora projeya Yekitiya Ereba diviya Sûrî li gel opozisyonê rûnê û dest gotubêjê bike. Diviya rê bide rojnemevan û medya cîhanî herê Sûrî û girtiyên siyasî azad bike.

Lê Sûrî ev yek nekir û şideta xwe li himber opozisyonê zê de kir. Tê gotink u di heftiyekî de 100 kesî zêdetir tenê li bajarê Himusê hatine kuştin.

Back to top button