Şoreşa miletê Sûriyê wê biserkeve
Piştî lidarketina Kongre ya Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê di 26-10-2011 an de, sekreterê Partiya Demoqrat ya Kurd li Sûriyê (Elpartî) Dr. Ebdilhekîm Beşar di hevpeyvîneke taybet de ji malpera Avesta Kurd re li ser kongre axifî.
Piştî lidarketina Kongre ya Niştimanî ya Kardî li Sûriyê, nirxandina we ji biryar û encamên kongre re çiye?.
Kongreya Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê wek tecrubeyek siyasiye nû û pêwist ku em li ser xaka welat çê dikin, ez dibînim tecrubeyek pêşketî bû, kongre karîbû xortên 18 salîn ta kalên 80 salîn li hev bicivîne, gelek meriyên ne wek hev û nêrînên siyasî yên ji hev cuda tê de hebûn, asoyên fereh tê de çê bûn, ez gellekî jê murtah bûm.
Hûn dengvedana kongre di kolana kurdî de li Sûriyê çawa dibînin, milet ji encaman raziye an na?
Başe mamusta, ger ku mirov çi karî bike, normale ku wê hinek ji encaman razîbin û hinek jî wê ne razîbin, li gor têkliyên em dikin gelek ji miletê kurd ji encamên kongre razîne, belkî hinek li gor nerîna xwe ne razîbin, tiştekî mutleq di dunyayê de tuneye, lê kongre di baweriya min de gelekî di cihê xwe de hatibû û gelekî serkeftî bû, pirên ez wan dibînim ji xortan jî û ji nifşên cuda jî ew razîne.
Ji hin aliyan de tê gotin ku kongre nûnertiya miletê kurd li Sûriyê dike, win çawa dibînin? Ango ew nûnerê tevahiya milete an beşekî jê ye?
Li ser mesela ku kongre bi tena xwe nûnertiya gelê kurd li Sûriyê dike an nake, ez dibînim ku dem ne dema wê gotinê ye, dem dema ku em bikaribin kar û xebatê ji gelê xwe re bikin, li gor ku guhertinên di vê qonaxê de li Sûriyê çê dibin, divê em sûdeyê ji miletê xwe re jê bigrin û ne eskerê xelkê bin, divê em eskerê miletê xwe bin û xizmeta doza xwe bikin û nehêlin ku kes bi mafên miletê me bilîze, yên ku wê gotinê dikin ew ustûbariya wê radikin, ez bawerin ku kî ji miletê ereb an ji bilî wan li Sûriyê bixwaze têkliyê bi mietê kurd re bikin û doza wî nas bikin, wê bixwazin bi Encûmana Niştimanî ya kurdî re têkliyê bikin.
Hin dibêjin partiya we nehîştiye ku Partiya Elpartî ya Demoqrat li Sûriyê – Aliyê bi seroktiya Ebdilrehman Alocî – bi sedema perçebûna we ji hev di kongre de amede bibe, win çi dibêjin?
Na mamusta na qet ne raste, ev çîrokana baş munaqeşe bûn û lihevkirinek çê bû, li cem me wek Partî qet ti problem tunebû ku hemû partî di kongre de amede bibin, em bi tena xwe jî nikarin biryareke weha bistînin, komîteyek ji hemû partiyên amedekar hebû û biryar ya wê komîteyê bû, mamusta Nesredeîn Ibrahîm bi navê partiya me kar dike û em bi hev re di komîteyekê de bûn, ji vir û wê de wê biryara kar di destê Komîteya Rêvebir ya Encûmana Niştimanî de be, ku çi biryaran bistîne eme rêza biryarên wê bikin, ango biryar ne ya partiyên tevgerê ye.
Piştî bidawîbûna karê Kongre ya Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, we ti kar kiriye an na, win dê ji ku de destpêbikin?.
Piştî bidawîbûna karê Kongre, me tenê daxuyaniya kutakirina karê kongre derxistiye, piştî cejna Qurbanê bi demek nêzîk eme dest bi karê xwe bikin, ew 45 kesên ku di hilbijartinên ji bo Komîteya Rêvebir de biserkeftin wê lihev bicivin, wê programê xwe yê ji bo kar di saha erebî û kurdî û derve de biryar û zelal bikin, gav bi gav wê binerin ka çi bikin û çi nekin.
Piştî kongre kesî ji aliyên oposîzyona Sûriyê bi we re têklî kir an na? Kesî helwesta xwe li ser kongre ya kurdî diyar kir an na?
Na, ji me tê xwestin ku em xelkên Sûriyê bibînin û ji wan re bibêjin ev karê kongreya meye, biryarên kongreya me ji bo pirsgirêka kurdî li Sûriyê evin, herweha ji bo rewşa Sûriyê dîtin û helwestên me evin, wê demê eme têbighin ka ew çawa karê me dibînin dinirxînin.
Ji bo çi we di daxuyaniya kutakirina kongre de behsa şehîdê kurd Mişel Temo nekiribû? Ma ew ne şehîdê tevger û miletê kurd de?
Belê tev ku Şapêla Pêşeroj ne tev mebû, lê birastî Mişel Temo dimîne şehîdekî kurd û me çend şehîdên din jî dan, dikarim bêjim ji sala 2004 an de miletê kurd gelek şehîd dane, di kongre de gelekan behsa ku kongre bi navê şehîd Mişel Temo û Ismaîl Umer be kir, lê di kongre de weha çê bû û nikarim tiştekî din bibêjim.
Win ji partiyên siyasî û hevkariyên ciwanan û kesayetiyên serbixwe yên kurd ku di kongre de beşdar nebûn û herweha ji kongre ne razîbûn re çi dibêjin?
Ku tu çi karî bikî mamusta, wê xelkên jê ne razî hebin, eme di rojên pêş de kar bikin, mihawele bikin hêdî hêdî ku miletê kurd tev wînin cem Encûmana Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, ez bawerim ku wê di rojên pêş de kurd werin cem hev û wê bighin hev.
Tenê ‘3’ kes ji endamên partiyan ji bo rêveberiya karê kongre pêwistbûn, lê gelek kesan ji bo wê yekê xwe pêş de dan, paşê gelek ji wan kesan vekşiyn, win ji bo çi ta dawiyê man û venekşiyan û we rêveberiya kongre kir?.
Ji bo rêvebiriya karê kongre ‘7’ kes hatin biryarkirin, ‘3’ ji endamên partiyan û ‘4’ ji kesayetiyên serbixwe, sedema mayîna min ji bo rêveberiyê, ez di xwe de dibînim ku hinekî bihna min ferehe, ez aciz nabim ku çiqwas yê pêşiya min bixwaze min hêrs bike! Min xwest bi rengekî demoqratî karê kongre pêşxînim û bibim serî, min ev bawerî di xwe de dît.
Win pêşeroja şoreşa miletê Sûriyê çawa dibînin û dixwînin? Texmînên we ji encamên wê re çine?
Şoreşa miletê Sûriyê wê biserkeve, hêdî hêdî cihê xwe digre û dimeşe, ger ku çiqwas xwîn birje jî lê wê li dawiyê û di pêşerojê de biserkeve.
Lê win pêşeroja pirsgirêka kurd di Sûriya nû de çawa dibînin û texmîn dikin?
Ew zanebûnek û xizmetek jê re divê, divê em tecrubeyên kurdî yên pein venegerînin, wek tecrubeya Kurdistana Turkiyê di peymana Sêver de, gotin em guhertinê çêkin dû re behsa mafên kurdan bikin, wek tecrubeya Kurdistana Iranê bi rehmetî şehîd Dr. Ebdilrehman Qasimlo re ku mafên kurdan hatin teicîl kirin, wek tecrubeya Sûriyê di dema derxistina Frensiyan de û kurdan mafên xwe teicîl kirin, divê em sûdeyê ji wan tecrubeyên kevin di dîroka kurdan de bibînin, navê em bêjin bila guhertin çê bibe paşê em doza mafên xwe bikin, pêwiste em mafên gelê xwe tesbît bikin ber ku em hevkariyê bi kesî re bikin û nehêlin piştî guhertinê.
Li dawiyê gelekî spas û mala we ava be Diktor, win dixwazin tiştekî dîtir bibêjin?.
Ez jî gelekî spasiya we dikim, gelek spas ji bo malpera we jî.
Hevpeyvîn: Imer Kalo/Avestakurd