CivakRojev

Welat welatê me hemûyane divê em hemû bi birayetî, serbilindî û bi azadî têda bijîn

Serok Barzanî beşdariyê li rêwresma vekirina Baregeha Komelgeha Patriyarkê Dêra Rojhilatiya Aşurî li Hewlêrê kir.

Li merasîmê da Serok Barzanî gotarek pêşkêşî amadebuyan kir ku eve jî naveroka wê ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Amadebûyên birêz…

Gelek xwe bi bextewer dizanim ku îro li gel we li vê helkeftê de beşdarîn. Eve nîşaneya wê peywendiya dîrokiye ku sed sal berî niha dirust bû li navbera her du şehîdên mezin, Şehîd Şêx Abdulselam Barzanî û Mar Şemun. Li wê serdemê da bingeha pêkvejiyanê û birayetiyê hate danîn, ji wê xweşiktir û xweştir nîne li welatek da hemû wekî bira pêkve bijîn. Girîng eweye em hemû xweda perestbîn, ewe ji hemû girîngtire.

Ji bo me jî cihê serbilindî û şanaziyê ye ku ew çand buye çanda hemû xelkê Kurdistanê bi hemû ol û netewe û mezheban ve divê li ser jî berdewam bîn. Ez pîrozbahiya vê dêra mezin li hemû birayên mesîhî dikim.

Tekez dikîn ku em berdewam dibîn li piştevaniya hemû xelkê Kurdistanê bibê cûdahî li her neteweyek û ol û mezhebek bin, welat welatê me hemûyane divê em hemû bi birayetî û bi serbilindî û bi azadî têda bijîn. Daxwaza serkeftin û bexteweriyê ji bo we hemûyan dikim.

Gelek spas.


  

Back to top button