PolîtîkRojev

Ji bo gotina “Kurdistan” di derbarê endamê serkirdeyatiya CHPê de lêpirsîn hat destpêkirin

Serozgeriya Komarî ya Diyarbekirê, derbarê Endamê Encûmena CHPê Newaf Bîlek de bi hinceta “propagandeya rêxistina terorî” lêprisîn da destpêkirin.

Newaf Bîlek 12 salan serokê rêxistina Sêrtê yê CHPê bû û niha jî endamê encûmena partiyê ya CHPê ye. Li gorî ragihandina serdozgeriyê Newaf Bîlek, di kongreya rêxistina CHPê ya Diyarbekirê de di gotareke xwe dibêje; “Bi rastî jî Diyarbekir ji bo Kurdistana Tirkiyeyê bajarekî dîrokî û girîng e.”

Gotinên Newaf Bîlek ji aliyê hin bikarhênerên medyaya civakî û medyaya nêzîkî desthilatdariyê hatin belavkirin û bertek nîşanî wî hatin dayîn.

Ji aliyê din ve li bajarê Sêrtê di Cotmeha 2021an de di dema serdana Seroka Giştî ya ÎYÎ Parti’yê de welatiyekî bi navê Cemîl Taşkesen gotibû ku “ev der Kurdistan e” hatibû binçavkirin û dûv re serbest hatibû berdan.

BERÊ ERDOGAN JÎ GOTIBÛ EV DER KURDISTAN E

Her dîsa Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan di 2013an de dema ku serokwezîr bû di komcivîneke partiya xwe de gotibû; “Pêwîst nake em gelek dûr biçin, berê xwe bidin ji beriya 90- 100 salan, bila rêveberên MHP û CHPê li girtenameyên parlementoyê binêrin, bila li girtînameyên civînên veşartî binêrin, di wan tiştên ku li dijî derdikevin dê bibînin. Dê peyva kurd di wan girtînameyan de bibînin, dê peyva Kurdistanê di wan girtînameyan de bibînin. Dema ku li dîroka Osmaniyan binêrin dê bibînin ku navê Rojhilat û Başûrojhilatê Tirkiyeyê parêzgeha Kurdistanê ye.”

Back to top button