CivakRojev

Dicle Anter kuştina babê xwe de Orhan Miroglu tawanbar dike

Musa Anter di 20’ê Îlona 1992’an de li Amedê di kolaneke tarî de hat qetilkirin. Li kêleka wî parlamenterê AKP’ê yê niha Orhan Mîroglû hebû. Mîroglûyê ku bi gulebaranê birîndar bû, bi salan wekî şahidê vê dozê der barê cînayetê de agahî da. Heta Orham Miroglû li ser kuştina Musa Anter pirtêkik jî nivîsand.

Lê her demî kuştina Musa Anter bû babetek a gotubêja. Tişta ku tê zanîn kesek nas li Diyarbekir telefonê Musa Anter dike û dixwaze wî bibîne,dema Musa Anter diçê cihê hevdîtinê di kolanê de wî gulebaran dikin û dikujin.

Li ser kuştina Anter gelek berpirsên MITê yên berê axivîn dîtinên cuda gotin,yalçin KUÇUk makaleya ka xwe de dirêjahî behsa Musa Anter dike.

Dicle Anter

Lê niha kurê Musa Anter, Dicle Anter di bernameya Pirsa Zehmet de bi Kemal Goktaş re behsa  kuştina babê xwe die û dibêje: Ez dikarim bi zelalî û vekirî bêjim ku, li gorî min Mîroglû ne ku şahid e, tawanbar e. Bi dîtina min Orhan Mîroglû bi kesên ku tetîk kişandine re hevkarî kiriye. Orhan Mîroglû bi vê komê re ye û destê wî kuştina babê min de heye.

Back to top button