Kultur

Wêjeya Cîhanê Werdigere Kurdî!

Wêjeya Cîhanê Werdigere Kurdî!

Kurtenêrînek
Ev 5 pirtûkên ku ji wêjeya cîhanî hatine wergerandin, ji bona zimên û wêjeya me berberî gelek tiştên giranbiha ne. Dibe ku wêjeya me berîya a gelek gelên cîhanê dest pê kiribe, dibe ku zargotina me ji a wan xurttir be. Belam ev hemû nayên wê watêyê ku em guh nadin ên din û em ê bi tenê li ên xwe binihêrin/bixwînin. Divê em him li a xwe xwedî derkevin, dewlementtir bikin û him jî wêjeya cîhanê bişopînin, bixwînin û jê tiştên xweş werbigrin. Di vê xalê de tişta herî girîng jî WERGER e. Bi qasî ku dixuye, Weşanxaneya Lîsê jî dixwaze berhemên cîhanî wergerîne zimanê Kurdî. Ev tişt ji bona zimanê me gelekî baş e. Û divê herkes piştgirîyê bide ev Rêza Wêjeyê. Bixwîne, li ser bifikire, bide xwendin…

Birûsk Aryan/[email protected]

Nûçeya ku ji alî weşanxaneyê de hatiye ragihandin

Ji Wêjeya Cîhanê Pênc Berhemên Din ên Gewre Wergeriyan Kurdî!

Weşanxaneya Lîsê, ku bi gelek rêzên din ên wêjeyî di xizmeta Wêjeya Kurdî de ye, bi armanca ku bi riya wergerê delîveyên zimanê Kurdî biceribîne, bi wî awayî jî, mil bide ber geşedan û kawdana pexşan û poetîkaya Kurdî, du sal berê ev rêza Wêjeya Cîhanê da destpêkirin.

Bi raya Weşanxaneya Lîsê, ji ber ku pêdiviya berhemên me yên ku bi destên nivîskar û helbestkarên Kurd têne nivîsandin û afirandin bi piyekî zûtir bi klasîkên cîhanê yên kevin û hevçax heye, pêwîst e berhemên ku di vê rêzê de em bînin xizmeta Kurdî, hemû ji zimanên resen bêne wergerandin û bibine malê zimanê Kurdî. Lewma jî, Weşanxaneya Lîsê, wekî gava yekem, bi pênc berheman, ku ji Gureqûma Åsa Lindê (ji Swêdî, Serkan Birûsk), ji Kulîlkvedana Gezgezkê ya Harry Martinson (ji Swêdî, Serkan Birûsk), ji Ji Vittulayê Muzîka Populer a Mikael Niemi (ji Swêdî, Mizgîn Bîngol û Salih Agir Qoserî), ji Şahînşahê Portekîzê ya Selma Lagerlöfê (ji Swêdî, Serkan Birûsk û Menîce Birûsk) û ji Tîtirwaska Yaşar Kemal (ji Tirkî, Birahîm Ronîzêr) pêk tê, bi edîtoriya helbestkar û wergêr Kawa Nemir, ev rêza Wêjeya Cîhanê ya ku wê ji sed berhemên giranbiha yên nivîskarên wekî William Shakespeare, Oscar Wilde, Joseph Conrad, Gabriel Garcia Marquez, William Faulkner, Dostoyevskî, Tolstoy û ên din pêk bê, di sala 2008’an de da destpêkirin û ev her pênc berhemên hêja pêşkêşî wêjeya Kurdî kir. Weşanxaneya Lîsê bi vê hewildana xwe ya mezin berdewam e, ku vê carê jî pênc berhemên din ên gewre, wekî Serpêhatiyên Ulysses a Charles Lamb (ji Îngilîzî, Samî Hêzil), Veguherîna Franz Kafka (ji Elmanî, Fatih Aydın), Girava Gencîneyê ya R. L. Stevenson (ji Îngilîzî, Bilal Çelik), Mişk û Mirov a John Steinbeck (ji Îngilîzî, Xalis Xerzan) û Hetîketîya J. M. Coetzee (ji Îngilîzî, Yunus Eroğlu), bi desteka Şaredariya Wanê, Kurdî-Der’a Wanê û Eğitim-Sen’a Wanê, bi serbilindî diyarî Kurdî kir. Lîs hêvîdar e ku gelê Kurd ê li vê rêza Wêjeya Cîhanê xwedî derkeve û ev rêz dê di nava demeke kurt de rê li ber berhemên ku bi Kurdî têne afirandin jî veke.

Bi boneya vê yekê, em gelekî eşkere didine xuyakirin ku her berhema ketî vê rêzê, ji zimanê resen hatiye wergerandin, bi xêra koma wergêr û kedkarên me yên hêja hatiye ber destên we xwendevanên me yên ezîz û dilsoz. 

Pirtûkên ku di Sermaweza 2010an de derçûne :

VEGUHERÎN, Franz Kafka, Lewna wê; çîrok
Wergera ji Elmanî: Fatih Aydın
13 x 19,5 cm.76 rûpel
ISBN: 978-605-5683-41-2 / Sermawez 2010

MIŞK Û MIROV, John Steinbeck, Lewna wê; novel
Wergera Ji Îngilîzî: Xalis Xerzan
13 x 19,5 cm.112 rûpel
ISBN: 978-605-5683-38-2 / Sermawez 2010

SERPÊHATIYÊN ULYSSES, Charles Lamb, Lewna wê; dastan
Wergera ji Îngilîzî: Samî Hêzil
13 x 19,5 cm. 144 rûpel
ISBN: 978-605-5683-37-5 / Sermawez 2010

GIRAVA GENCÎNEYÊ, R. L. Stevenson, Lewna wê; roman
Wergera ji Îngilîzî: Bilal Çelik
13 x 19,5 cm. 260 rûpel
ISBN: 978-605-5683-40-5 / Sermawez 2010

HETÎKETÎ, J. M. Coetzee , Lewna wê; roman
Wergera ji Îngilîzî: Yunus Eroğlu
13 x 19,5 cm. 250 rûpel
ISBN: 978-605-5683-39-9 / Sermawez 2010

Back to top button