CivakRojev

Wê Pêşmerge bibin yek

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di Foruma Hewlêrê de ragihand ku “Proseya yekgirtina hêzên Pêşmerge bi awayekî ciddî dest pê kiriye. Yekgirtina hêzên Pêşmerge di şev û rojekê de nayê çareser kirin, lê ev destpêşxerî pir ciddî ne. Hevpeymaniya Navdewletî bi taybetî jî Amerîka di vî warî de piştgiriya me dike. Pêvajo hêdî hêdî pêşve diçe. Pêşmerge wê bibin yek.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, got ku “Em bi amadebûna Cîgirê Serokê Hermê, efserên Wezareta Pêşmerge û bi  hêzên hevpeymanî re ji bo vê babetê civiyan. Dibe ku hengav ne pir bilez bin lê hengavên ciddî ne. Li gorî peymana ku me bi Amerîkayê re çêkiriye, pêvajoyek li pêşiya me ye, em heta niha di çarçoveya vê pêvajoyê de gelekî baş bi pêş ve çûne.”

Li gor berpirsên Wezareta Pêşmerge, ev zêdeyî sê mehan dibe wezaretê dest bi pêkanîna du firqeyên serbazî yên Pêşmerge kiriye, û her firqeyek ji çar lîwayan pêk tê û pêvajoya yekbûna van lîwayan jî berdewam e.

Nêçîrvan Barzanî bi berdewamî anî zimên û got: “Amerîka jî piştgiriyê dide mijara yekkirina Pêşmerge û li ser vê mijarê bi me re ne, lê ev mesele bi şev û rojekê çareser nabe. Tiştê ku niha em dibînin ev e ku biryarek ciddî ya siyasî heye û herwiha hevpeymanî bi taybetî jî Amerîka ji bo vê meseleyê bi awayekî ciddîtir pê mijûl e. Hengav hêdî hêdî ber bi pêş ve diçin“.

Back to top button