Akşener pehinek li maseyê 6 kolî da!

Seroka ÎYI Partiyê Meral Akşener diyar kir ku navê Kemal Kiliçdaroglu ji bo namzediya serokomariyê di Tifaqa Millet de hatiye gotin û wan ev yek qebûl nekiriye. Akşener ê bang li Ekrem Îmamoglû û Mansur Yavaş kir û got Em li ser maseyê Qumarê yan jä li ser maseyö noterê rûneniştine.

Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener piştî civîna rêveberiya giştî ya partiya xwe daxuyanî da. Akşener got, “IYI Partî neçar ma ku helwestekî bistîne. Hewldidin hinek tiştan li ser me ferz bikin, em ê li hemberî ferzkirinê serî natewînin. Di civîna duh de navê Kiliçdaroglû ji bo namzetiyê hate diyarkirin. Me navê Mansur Yavaş û Ekrem Îmamoglû anî ziman.” Armancên şexsî ji Tirkiyeyê re hatin tercîhkirin.”

Hevpeymaniya Millet ya ku ji 6 partiyên siyasî pêk tê, ragihand ku piştî civîna duh wan li ser namzedê hevbeş yê serokomariyê gihîştine hevtêgihîştinekî û dê di 6ê Adarê de biryara dawî bidin. Îro Seroka IYI Partiyê Meral Akşener li gel reveberiya partiya xwe civiya.

“Piştî civînê Akşener daxûyaniyek da çapemeniyê û got: “Tişta ku ez dawîyê de bejim, ezê di destpêkê de bêjim. ÎYÎ Partî neçar ma ku hinek tişt lê bêne ferzkirin.Lê em serî natewênin.

Akşener got: Duh em di maseyê 6 kolî de li ser namzetê Serokomariyê yê hevpar axivîn. Di vê derbarê de 5 partiyan xwestin ku birêz Kiliçdaroglu bibe berbijêr, lê min xwest ku yan Imamoglu yan jî Mansur Yavaş bibe berbijêr. Ji ber ku di hemû rapirsîna de ew serdiketin. Ji bo ku proseya namzediyê bi awayekî saxlem birêve biçe, me pêşniyar kir ku namzedê Serokomariyê yê hevbeş li gorî lêkolînên ku ji aliyê hemû aliyan ve bên kirin, were diyarkirin.

Berdewamiya axavtina xwe de Akşener got: Ev nêrîn bi awayekî bi biryar hatin redkirin. Di civîna dawî ya maseya şeşan de, ji bo binavkirinê lihevhatinek çêbû. Armancên şexsî ji Tirkiyeyê re hatin tercîhkirin. Me fêm kir ku hesabên piçûk ên ku di binketin û têkçûnê de mezin dibin, ji serketinek pîroz re hatine tercîh kirin. Me IYI Partî ji bo vê yekê ava nekiriye.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: