Mesûd Barzanî û çîroka Cihûyekî

 

Edwin Şewkur

Wek civateke cihû, em 2600 sal li Babîlê hebûn. Dema ku ez li Iraqê hatim dinyayê, hemû cihû ji cih û warên xwe bûn, bi tenê cilên wan destûrî bûn. Di sala 1963 de, dema ku ez 8 salî bûm, me ji hikûmetê agahdarî li ser vegerandina nasnameyên xwe yên Iraqî wergirt. Me cihûyên Iraqê nasnameyên xwe vegerandin û li şûna nasnameyên xwe nasnameyek nû û zer wergirt. Mîna ku Naziyan li Elmanyayê kir. Dema ku me di sala 1963an de qertên xwe yên zer stendin, me hay jê hebû ku êdî em ne hemwelatiyên normal in. Ji me re gotin hûn nikarin derkevin derve, me fêhm kir ku em bûne hêsîr. Di sala 1968’an de Saddam hat ser desthilatdariyê û jiyan veguherî kabûsekê. Êvara Çile 1969, me bi radyoyê bihîst ku cejnek neteweyî hatiye ragihandin. Me bihîst ku di vê roja neteweyî de wê dibistan bên girtin û wek zarokan me şahî kir û ji kêfan re me lîzt. Me bi radyoyê bihîst ku li derdora saet nehê şevê betlaneya neteweyî hatiye ragihandin û agahdarî dan ku girtî li tawanên xwe mukur hatine.

Di wê şeva tarî de, me zanî ku termên kesên lixwemikurhatî, li meydanek navendî ya Bexdayê hatine daliqandin. Hat ragihandin ku ji 14 kesên hatin darvekirin 9 kes cihû bûn. Ji axêveran navên kesên ku hatin darvekirin hatin xwendin. Hezkir û xizmên wan ji bo xatirxwestina dawî nekarîn xwe bigihînin wan.

Ji bo me jiyan û mirin bûbû heman tişt. Bavê min wê gavê pê hesiya ku tenê çareya me rev e. Yekane çareserî xwegihandina herêma Kurdan bû. Bavê min dizanibû ku em ê bi qertên xwe yên zer bi rêyên normal nikaribin biçin wir. Hêviya me ew e ku di wextê xwe de bigihin herêma Kurd, bi alîkariya wan welatê xwe terk bikin û dest bi jiyanek nû bikin. Çîroka reva me pir dirêj e, di şevekê de nayê gotin. Berê me qertên xwe yên zer bi destan kirin du parçe û nîvek jê şand herêma Kurdistanê. Dema ku em hatin, ew neçar bûn ku nîv kartên xwe bi nîvê xwe yê din re bînin ba hev da ku piştrast bikin xwediyê wan em in. Bavê min xwest ji tiştekî piştrast bibe, em li hev civandin, şîret li me kir û got; “Dema ku hûn hatin girtin, malbata xwe eşkere nekin û qet bi Îbranî nepeyivin”.

Wê demê ez 16 salî bûm û xwişkên min 14-11 salî bûn. Em şevekê bi rê ketin û di rê de em rastî malbateke din a cihû hatin, bêyî ku tiştekî bibêjin em ji wan derbasî bûn. Piştî hefteyekê, em gihîştin nuqteya ku me dixwest em bigihîjinê. Ez ê tevaya çîrokê derbas bikim û ji we re qala çîroka xwe ya yekem a dawîn bikim. Kamyonekê hat em bar kirin û em 22 kes li ser hev razan. Rêya me ew bû ku em bi ajokarekî di herêma Şengalê re derbasî derbasî sînorê Îranê bibin. Şev tarî bû û hemû çirayên kamyonê vemirîbûn û em derketin rê. Bêyî ku leşkerên rejîma Baas ferq bikin, em neçar man vê herêmê derbas bikin.

Em bi tirimbêlek ku şev nîvê şevê roniyên wê di nav xwîna reş de vedibûn, di nav newalên kûr re derbas dibûn. Ji nişka ve ajokar pê li frênê kir; li qûntara geliyên kûr rawestiya û em ji trimpêlê daxistin. Wî ji min re got ku berî roj derkeve divê ew vegere. Em lava jê dikin; “Em li ku ne? Ji kerema xwe me li vir nehêlin”. Wî ji me re got, “niha wê kesek ji aliyê din bê û rahije we”.

Şofêrê ku çend salan ji min mezintir bû destê min ê rastê xist navbera herdu destên xwe û got: ”Navê min MESÛD BARZANÎ ye, ez kurê Mistefa Barzanî me, ez dixwazim hûn vê sozê bidin min. Dema tu vê çîroka revê ji mirovan re dibêjî, ji wan re bêje ku em Kurd me tiştek ji we hêvî nekiriye û bêyî ku qirûşek ji we bixwazin me alîkariya we kiriye; ji ber ku em Kurd ji civaka cihû hez dikin”.  Min soza xwe girt. Ev ne tenê çîroka min e. Bi alîkariya van kesan 1900 cihû li ser wê rêya tarî, bi wê trimpêla bê ronahî, 3 salan veguheztin wê deverê.

Piştî 33 salan, ez ligel komek senatorên Amerîkî li Bexdayê me. Ez rêberiya wan dikim. Em bi vê komê re çûn Necef, Bexda û gelek herêmên din yên Iraqê. Yek ji senatoran li min zivirî û got: “Edwîn; îşev emê li cihekî gelek taybet li mala Serok Mesûd Barzanî bimînin”. Ji ber vê yekê min jî çîroka xwe ji Senator re got, pir bandor lê kir. Roja din Mesûd Barzanî tevî wezîrê xwe yê derve ket odê û bi me re hevdîtin pêk anî. Hevdîtin bi qasî saetekê dewam kir.

Barzanî rabû ser piyan û ragihand ku civînek wî ya girîng heye, ji bo bigihê civînê divê here. Senator jî rabû got; “Gelo hûn dikarin deqeya paşîn ji me re veqetînin?”. Barzanî got; “Min nêzîkî saetekê ji we re veqetand, divê ez herim”. Senator berê xwe da Barzanî, ez nîşan kirim û got ; “Tu vî kesî nas dikî?” . Barzanî li min dinêre; “Na ez nizanim”. Senator; “We berê hev dîtiye.”                                                        

Min dizanibû ku divê ez rabim ser piyan û tevahiya çîrokê di yek deqeyê de bi bêjim. Min jê re got; “Ez Edwin Şewkur im, yek ji cihûyên dawî yên Iraqê”. Wergêrê Barzanî dest bi wergerandina axaftina min a Îngilîzî kir, lê haya wî jê tunebû ku mesele ber bi ku ve diçe. Min ji Barzanî re got; “Em bi saya Kurdan li vir in”.

Barzanî fêhm kir ku mesele ber bi ku ve dice. Pala xwe da maseya li kêleka xwe û hewl da ku piştgiriyê werbigire. Min jê re behsa wê serpêhatiya şeva tarî kir ku çawa şofêr destê min xist navbera herdu destên xwe û ev gotin anîn zimên: “Navê min Mesud Barzanî ye, ez kurê Mistefa Barzanî me”. 

Wexta ku min ev got, wergêrê Kurdî ket ser çogan û li ber me dest bi girî kir. Hêsir wek tîran ji çavên min, Senator û Barzanî dibariyan. 

Bêyî ku em bi Serok Barzanî re biaxivin me yek deqeyekê bi hêstirên çavan li hev nihêrî. “Me fêm kir ku mesela me û serok Barzanî ne mesela ziman, ol û etnîkî ye, mesele mirovperwerî û insanetî ye“.

 

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: