Aso Rûstem ji Cristiano Ronaldo bihurî

 

Lîztikvanê Kurd ê fûtbolê Aso Rustem, ku di tîma El Short a Iraqê de dilîze, di anketa baştirîn lîstikvanê fûtbolê yê Rojavayê Asyayê lîstikvanê Portekîzî Cristiano Ronaldo bihurî û ket derket pêş.

Federasyona Futbolê ya Rojavayê Asyayê (AFC) ji bo hilbijartina lîstikvanê herî baş ya di Lîga Futbolê ya Rojavayê Asyayê de anketek li dar xist. 

Di anketa ku tê de stêrkên wek Cristiano Ronaldo, Odion Ighalo, Kodjo Fo-Doh Laba, Mahdi Abdulcebbar û Omar al-Somah tê de beşdar in, lîztikvanê  Kurd Aso Rüstem di rêza yekem de ye. 

Di destpêka meha Sibatê de lîztikvan Aso Rustam ku ji Klûba El Salmiya ya Kuweytê derbasî tîma El Shorts a Iraqê bû, li Iraqê bû buhatirîn lîztikvanê futbolê.

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: