Cîhan

Waşîngton Post: Îran bi gelek rêyan alîkariya Sûryeyê dike

Rojnameya Waşîngton Post di raporeke xwe de eşkere dike ku ji bo jinavbirina xwepêşandanên cemaweriyên sûrî, Komara Îslamiya Îranê bi gelek rêyan hevkarî û alîkariya hikûmeta Sûriyeyê dike.

Rojanem ji zardevê berpirsên hikûmeta Amerîkayê dinivîse ku her ji roja destpêkirina xwepêşandanên li dijî rijêma Sûryeyê, Îran ku, mezintirîn hevalbenda Sûriyeyê ye di herêmê de, bi armanca jinavbirina xwepêşandanan bi gelek rêyên cihê alîakriyê bi desthilatdarên Sûriyeyê re dike.
Rojnameya Waşîngton Post dinivîse ku Îran rawêjkarên leşkerî, aletên berhingarbûna xwepêşandanan û amêrên çavdêrîkirina xetê internetê û telfonan ji hikûmeta sûrî re dişîne.

Li gor rojnameya navborî, efserên leşkerê Qudisê û hêzên taybet yên ser bi Zêrevanên Şoreşa Îslamê roleke mezin di lêdana xwepêçandanan de dilîz in.
Weke tê zanîn Hesen Nesrulah jî berî çend rojeke piştevaniya xwe ji bo rijêma Sûryeyê ragehand û daxaz ji xelkê sûrî kir ku serok û hikûmeta xwe biparêz in.

Weke nîşandana reaksiyonê li dijî axavtinên Hesen Nesrulahê serokê (Hizin Alah) û tedexula Îranê, duhî roja îniyê xwe pêşnderan wêneyên hesen Nesrulahî şewitandin û li dijî Îranê jî siolgan dan weke (ne Îran û ne Hizbulah, me misilmanek divê bitirse ji Xweda)

Nûçeya peywendîdar:
https://rojevakurd.com/cihan/7534-ran-ryn-qeax-dide-Sryey.html

Back to top button