Cîhan
Washington: tirkiye 4.000 serbaz şandine Lîbyayê
Jonathan Cohen Balyozê Amerîka li Misirê li televizyoneke Erebî de eşkere kir ku li sê mehên dawî de tirkiye di navbera 3.500 û 3.800 şerkerên bi pere yên welatiyên Suriyê bi balafireke şand Lîbyayê. Wezareta Berevaniya Amerika jî hurgiliyên belavbûna wan şerkeran bi raporekê eşkere kir.
Cohen eşkere dike ku rapor balê dikşîne li ser wê yekê ku Lîbya bûye qada pere û çek û şerkerên biyanî û şereke mezina herêmî li Lîbyayê pêkhatiye. Her wiha tirkiye bi hezaran Lîbyayî û Suriyên ku dijî Xelîfe Hefter şer dikin welatîbûna tirkiye û pereyan pêşkêşî wan şerkeran kiriye.
Li raporê hatiye eşkere kirin ku tirkiye bûye sebep ku şereke herêmî li Lîbyayê kûrtir bibe.