Polîtîk

Washington kuştina Temo şermezar kir

Li gorî ajansên nûçeyan, çavkaniyên nêzîkî Temo ragihandine ku duhî êvarî, çend çekdaran êrîş birine ser mala ku Temo tê de bû û ew di cih de kuştin.

Çavakniyan xuya kirin ku Temo di cih de jiyana xwe ji dest da û kurê wî Marsêl û hevala wî Zahîde Reşkêlo (serkirdeya di Şepela Paşerojê ya Kurd li Sûriyê de) jî birîndar bûn.

Her wiha aşkere kirin ku şebîheyên (alîgirên rejîmê) rejîma Beşar Esed li pey kuştina Temo ne.

Şeva borî jî, li gorî vîdyoyên li ser enternêtê belav bûne, piştî bihîstina nûçeya kuştina Temo, bi hezaran kes li pêşiya Nexweşxaneya Ferman a li nava bajarê Qamişlo ku termê Temo tê de bû, kom bûn û slogan ji bo Temo û dijî rejîma Esed avêtin.

Her wiha li bajarên Amûdê, Derbêsriyê, Serê Kaniyê, Kobanê û çend navçeyên din ên kurdan li Sûriyê, bi sedan kes rijiyan ser cadeyan û dijî kuştina Temo slogan avêtin.

Li gorî rûpelên ciwanên kurdan li ser malpera Face Bookê, li bajarê Amûdê xwepêşanderan peykerekî mezin ê Hafiz Esed (bavê Beşar) şikandin ku di sala 2004an de di Serhildana 12ê Adarê de, heman peyker hatibû şikandin.

Yekîtiya Hevrêzên Ciwanên Kurd li Sûriyê di vê derbarê de daxuyaniyek derxist û tê de kuştina Mişael Temo şermezar kir û daxwaz ji gelê kurd kir ku îro dijî kuştina Temo derkevin û beşdariya rêwresmên veşartin termê wî bibin ku dê ber bi bajarê Derbêsiyê û ji wir bo gundê Cenaziye cihê jidayikbûna Temo wî bibin.

Mişael Temo ku Peyvdarê Fermî yê Şepela Paşerojê ya Kurd li Sûriyê bû, di 8ê meha borî de rastî hewleke kuştinê bûbû, lê ji wê hewlê rizgar bûbû.

Temo di 2yê hezîrana borî de, piştî nêzîkî sê salan ji girtinê, hate azadkirin û ji wê demê û heta duhî jî xewpêşandanên ku dijî rejîma Eses li bajarê Qamişlo dikirin, dikir.

Washington kuştina Temo şermezar kir

Li hember de, Koşka Spî kuştina berhelistkarê kurd Mişael Temo şermezar kir û daxwaz ji Serokomarê Sûriyê Beşar Esed kir ku dest ji desthilatê berde.

Li gorî nûçeya BBC, Peyvdarê Koşka Spî Guy Carney got, “Washington tundiya dijî endamên opozisyonê şermezar dike, ev kar tekîd dikin ku sozên reform û diyalogê yên rejîma Sûriyê nerastin.” (AKnews)

Back to top button