Îro roja wegera Rêberê gelê Kurd Nemir Mele Mistefa Barzanî ji Yekîtiya Soviyetê bo Kurdistanêye û hevdem roja wegerandina termê rehemtî Mele Mistefa Barzanî û kak Îdrîs Barzanî bo axa pîroz a Kurdistanê û veşartina wan li Barzanêye.

Her bi vê minasebeta han îro li Kurdistanê de çendîn çalakiyên curbicur hatin lidar xistin û ev her dû bûyerên girîng hatin bîranîn.

Her di bîranîna wan bûyerên girîng de îro çendîn Rayedarên bilind yên partiya demokrata Kurdistanê li hin Bajarên Kurdistanê de serî li mala rêhevalên Nemir Mele Mistefa Barzanî dan û ji nêz ve ji rewşa wan pirsîn û ev bûyerên han bi hev re bi bîr anîn.

Hevdem her îro li Barzanê jî hijmareke zêde welatiyên Bajarên curbicur yên Kurdistanê çûne hizûra Nemiran û soza domandina rêbaza wan dûbare kirin.

Weke tê zanîn di roja 6.10.1958an de Nermir Mele Mistefa Barzanî ji Yekîtiya Soviyetê wegeriya Kurdistanê û her di 6.10. 1993an de jî termê Rehmetî Mele Mistefa Barzanî û Kak Îdrîs Barzanî ji Bajarê Şino ya li Rojhilatê Kurdistanê de anîn Kurdistanê û piştî merasimên fermî li Devera Barzanê de hatin veşartin.(KTV)

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: