Civak

Serokê Kurdistanê serxweşiya serokwezîrê Tirkiye kir

Di pêwendiyekî telefonî de  Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê serxweşiyê ji bo koça dawiya dayika  Recep Tayyip Erdoğan Serok Wezîrê Tirkiye kir.

Li pêwendiya telefonî de Serok Barzanî pirse û serxweşiya xwe û ya gelê Kurdistanê bi Recep Tayyip Erdoğan ragihand û hêviya sebir û aramiyê ji bo wî xwest û ji xwedayê mezin jî hêvî kir ku eve xem û nexweşiya wan û malbata wan ya dawî be.

Li beramber de  Recep Tayyip Erdoğan Serok Wezîrê Tirkiye spasî Serok Barzanî kir û hevxemiya cenabê wî ya li vê serxweşiyê de, bi aramî bexş wesif kir.

Back to top button