Talebanî raziye Nêçîrvan Barzanî bibe serokwezîr
Heftiya çûyî Celal Talebanî sekreterê Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê YNK) digel Nçîrvan Barzanî cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê PDK) li Amerîkayê civiyae û di civînê de behsa guhertina serokatiya hikûmeta herêma Kurdistanê kiriye.
Li gor nûçeyeke televisyona NRT ku. Li bajarê Silêmaniyê li başûrê Kurdistanê weşana xwe dike, di civînê de ji Nêçîrvan Barzanî re gotiyr ku YNK raziye ku postê serokatiya hikûmeta herêma Kurdistanê bo du salên din bide PDKê.
Herwesa Talebanî ew yek jî eşkere kiriye ku, ji ber nakokiyên nava YNKê, ew tu kesan ji endamêm polîbûroya YNKê ji bo postê cîgirê serokê herêma Kurdistanê kandîd nake, lê wî biryar daye ku kesekî teknokrat yê ser bi YNKê ve, ji dervey polîbûroya YNKê, ji bo postê cîgirê serokê herêma Kurdistanê destnîşan bike.
Li gor rêkeftina stratejîya navbera PDK û YNK her du salan serokatiya hikûmetê di navbera xwe de diguherin, li gor wê peymanê, divê heta dawiya vê mehê YNK postê serokê hikûmetê teslîmî PDKê bike û postê serokê parlamentoya Kurdistanê werbigire.
Li gor hindek çavkaniya Erselan Bayîz ku nuha cîgirê serokê parlamentoyê ye, dê bibe serokê parlamentoyê.
Herwesa tê gotin jî di dema gijertina hikûmetê de dê gele wezîr jî bên guhertin. Lê hêşta nediyare ka dê aliyên opozisyon beşdariyê di hikûmetê de bikin yan na.