Polîtîk

1500 leşkerên amerîkayî li Kerkûkê dimînin

Birêveberê Asayîşa Partiya Demokrata Kurdistanê li Kerkûkê Helo Necat ragihand ku piştî vekêşana artêşa Amerîkayê ji Iraqê, zêdetirî 1500 leşkerên Amerîkayê dê li Kerkûkê bimînin.

Helo Necat ku hevdem endamê Komîsyona Ewlekariya Civata wîlayeta Kerkûkê ye, ji AKnewsê re got,:
–  Li gor rêkeftinameya ewlekariyê ya di navbera Washington û Bexdayê de, divê di dawiya îsal de Amerîka ji Iraqê vekêşe, lê digel wê çendê jî lîvaya çarê tîpa yekê ya hêzên Amerîkayê dê li Kerkûkê bimîne.

Bi gotina Necat, lîvaya Amerîkayê dê bi armanca parastina navçeyên arîşedar li Kerkûkê bimîne û baregeha wan a sereke jî dê li balefirxaneya Kerkûkê be û dê beşdarî perwerdekirin û rahênana polis û artêşa Iraqê jî bibin.

Endamê Komîsyona Ewlekariya Parêzgeha Kerkûkê Tehsîn Kehiye jî li dor vê pirsê got:
–  Eger hikûmeta Iraqê li ser mayîna Amerîkayê li Iraqê razî bû, lîvaya çarê dê li Kerkûkê bimîne û beşek ji leşkerên lîvaya çar ya Amerîkayê dê bi karûbarê parastina konsolxaneya Amerîkayê li Kerkûkê rabin.

Back to top button