Polîtîk

Waliyê Kerkûkê li hember Amirî bê reaksiyon bû

Li bajarê Kerkûkê Hadî Amirî serokê rêxistina Bedir (baskê çakdarîyê şîiyan) digel Nexmedîn Kerîm Waliyê Kerkûkê preskonferensek saz kir û di preskonferensê de Hadî Amirî got ku, divê hêzên pêşmerge ji Kerkûk û deverên din paşde vekişin û waliyê Kerkûkê jî li hemer van gotinên Amirî tu rêaksyon nîşan neda.

Piştî azadkirina bajarokê Amirlî û Silêman Beg ji aliyê hêzên pêşmerge û hikûmeta Îraqê û çekdarên şîiyan, Hadî Amirî serdna Kerkûkê kir û digel waliyê Kerkûkê civiya. Piştî civînê di preskonferensekê de li şûna ku Amirî sipasiya pêşmerge bike, daxwaz ji pêşmerge kir ji Kerkûk û deverên kurdistaniyên derveyê îdareya herêma Kurdistanê paşde vekişin û waliyê Kerkûkê jê li hemr gotinên Amirî bêdeng bû.

Amirlî û Silêman Beg du bajarên nêzîkî Kerkûkê û ev çend meh bûn di bin destê çekdarên DAÎŞ de bûm û berî çend rojekan bi alîkariya pêşmerge her du bajêr hatin azad kirin.

Her yek ji peyvdarê hikûmeta herêma Kurdistanê û wezareta pêşmerge bi dijwarî bersiva Hadî Amirî serokê rêxistina çekdarên şîiyan da

 

Back to top button