Polîtîk

Turkmen û Mesihî daxwaza serxwebûna Kurdistanê dikin

Li bernameyeke televizyonî de nûnerê Turkmenan li Kurdistanê û Nûnerên Mesihiyan li Kurdistanê daxwaza serxwebûna Kurdistanê kirin.

Mihemed Xanim Parlementerê Kurdistanê ji lîsteya Turkmenan û Romeo Hekarî Serokê Partiya Beth Nehrîn ya Kurdistanê li bernameyeke televizyonî ya Rudaw tv de balkişandin li ser wê yekê ku piştî van rûdanên li Iraqê pêkhatî û Daîş hate nava Iraqê baweriya Turkmen û Mesîhiyan bi Hikûmeta navendî nemaye ku wan biparêze. 

Ji bo wê yekê jî ew yasaya nû ya referandumê bi erênî dizanin û ew li wê baweriyê dane ku hemû Turkmen û Mesîhî wê dengdanê de daxwaza serxwebûna Kurdistanê bikin û ew naxwazin êdî li bin sîbera dewleta Iraqê de bijîn.

 

Back to top button