
Berpirsê Volkswagen Herbert Diess da xûyakirin ku, plana me hebû em li Tirkiye fabriqa xwe vekin. Lê ji bo rewşa siyasî me dev ji vê yeke berda.
Kompanya Almanî ya otomobîlên Volkswagen çêdike, biryar dabû ku li Tirkiye bajarê Manisayê fabriqeyeka xwe avabike û beşek ji otomobîlên xwe li Tirkiye çêke.
Lê herî dawî dev ji vê yeke berda û da xûyakirin ku ew ji bo sedemên rewşa siyasî ya Tirkiye ji dev biryara xwe berdane.
Berpirsê kompaniya Volkswagen Diess di vê derbarê de li gel kovara ekonomi ya Almanî Wirtschafts Woche axivî û got: Min dixwest em li Tirkiye fabriqa xwe vekin. Hêja ez dixwazim. Me dikariya em li Tirkiye fabriqa xwe vekin û bibin sedemek ji bo rewşe Tirkiye baştir bibe.
Berdewamiya axavtina xwe de Diess dibêje: Ez di derbarê Tirkiye de wek Yekitiya Ewropa û Hukumeta Almanya nafikirim. Em dikarin Tirkiye bi Yekitiya Ewropayê ve entegre bikin û hêza xwe li vî welatî xorttir bikin.