
Li Tirkiye bi biryara hukumeta derketina derve ji roja Înê şev demjimêr 21.00 heta roja duşembê demjimêr 00.5ê sibehê qedexeye.
Hukumet li ser daxwaza konseya zanistî ya Koronayê ev biryar wergirt. Seranserê Tirkiye û bakurê Kurdistanê kesek nikare ji malên xwe derkevin û tenê hinek xwaringeh û market vekirîne da ku dema pêwist servîsê ji bo kesên hewce bikin. Qedexeya derketina erve 56 demjimêra berdewam dibe.
Ev demeke li gora amarên fermî li Tirkiye û bakurê Kurdistanê nexweşên Koronayê gelek zêde bûne û di nexweşxaneyan de cih ji bo nexweêa nemaye. Herweha rojane hêjmara nexweşan zêde dibe û rewş gihatiya astekî ku ji bin kontrolê derketiye.