Video: Erdheja 7.3ê Erdîş û Wanê Hilweşand!

Li navçeya Erdîşê ya Wanê di navbera 25 – 30 Xanîyên bilind hilweşane  û hejmara birîndar û mirîyan hêja jî ne zelal e.

Li gora hêzbûna erdhêje tirsek mezin heye ku hêjmarek ji xelkê mabin di bin xaniyan de û jiyana xwe ji dest dabin.. Heta niha termê keçek neh salî di bin xaniyekî li Bilîsê hatiye derxistin.

Serokê şeredariya Ercîşê Zulfikar Araboglu ragihand ku gelek mirî hene û ew nikarin xwe bigihînin hinek cihan Li Ser vê bûyera serokwezîr Erdogan li gel hinek wezîran berê xwe dan Wanê.

 

 

Nêrînek

  1. Erdheja ku navend wê li bajarê Wanê bû, xisareteke mezin gehand herêma Bakûrê Kurdistanê. Bila serê miletê Kurd sax be, serê malbatên ku endamên wan canê xwe di erdhejê de wenda kirine sax be. Hêvîdar im ku cenabê Yezdan, welatê me û neteweyê me ji siqûmat û bobelatan biparêze. Daxwaza leşsaxiyê ji birîndaran re dikim. Bila cihê miriyan jî behişt be.

Nerîna min :