Vejîna DAÎŞ ji encama siyaseta çewt ya Amerikayê ye

Li Iraqê û taybetî devera wilayeta Musilê DAÎŞ çalakiyên xwe zêde dike û metirsiyek heye ku cardin DAÎŞ li devera Musilê bibe sedem ku xelk ji cih û warên xwe derkevin û berê xwe bidin herêma Kurdistanê.Pirsa ku DAÎŞ cardin xort dibe bi temamî ji siyaseta Amerika û ya hevpeymaniyan di vê derbarê de ye. Piştî Musil ji DAÎŞê hate standin, hevpeymaniya ev yek wek serkeftina Artêşa Iraq û Heşda Şeibî da xûyakirin û bi awayekî pişta xwe dan Kurdistanê, Heta gihat radeyekî piştî referanduma Kurdistanê, Heşda Şeibî û Artêşa Iraqê cardin hewldan Kurdistanê dagir bikin. Amerika rê da ku Milîsên Şîe yê girêdayê Îranê şerê Kurda bikin.Van hêzan bi çekên Amerikî êrîşê Kurdistanê û pêşmergeyan kirin. Amerika bê deng ma û heta weşartî pişgiriya wan kir. Ev siyaseta çewt bû ku, bû sedemê dagirkirina Kerkûkê. Niha gelek deverên nakok di destê Heşda Şeibî de ne. Tu ferqek mezin di navbera DAÎŞ û Heşda Şeibî de tuneye. Kêmasî ji bo Kurdan ev welê ye.Niha cardin DAÎŞ li herêmê zêde dibe û tê gotin ku 6 hezar çekdarên DAÎŞê li herêmê hene. Piştî kiryarên Heşda Şeibî xelk tu ferqê naxin navbera herdu rêxistinên terorist de. Tişta DAÎŞ li deverê kirî niha Heşda Şeibî dike.Ji berî çend rojekî li devera Mexmûr hêzên  hevpeymaniya li gel Pêşmergeya operasyonek li dijê DAÎŞê kirin. Cardin pêşmerge şehîd û birîndar bûn. Heşda Şeibî nikare şerê DAÎŞê bike. Hevpeymanî û taybetî Amerika dizanê ku, ne ji pêşmergeyan bûya tu carê Iraqê nikariya DAÎŞ ji Musil derêxe. Lê Piştî Musil ji DAÎŞê hate standin, heman hêzan pê li hemû peymana kirin û berê çekên xwe dan Kurdistanê.DAÎŞ cardin xwe nîşan dide û dide xûyakirin ku temamî ji nav neçûne. Di vê derbarê de,parlamenterê kurd (şebek) li parlamentoya Iraqê Salim Şebek di daxuyaniyekê de ragihandiye, tirsa wê heye li Mûsil û deşta Neynewa rêxistineka terorîstî mîna DAIŞê derkeve ji ber wê jî dîsa xelkê wê deverê koçberî Herêma Kurdistanê bibin.Salim Şebek her wiha gotiye, ew rêxistina nû dê destpêkê êrişî gund û warê deverên Kurdistanî yên deşta Neynewa bike û xelkê Mûsilê jî dê ji kerba Heşda Şeibî alîkariya wan terorîstan bikin.Wî parlamenterê kurd daye zanîn ku derketina wê rêxistinê “gelekî nêzîk” bûye ji ber wê jî divê hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê ji bo wê rewşê amade bin.Dixweyê cardin destê kurda li ser dilê wan e. Ji aliyekî vê DAÎŞ ji aliyekî ve Milisên Şîe, dixweyê yan dê siyaseta Amerika û hevpeymaniya li himber Milîsên Şîe bête gyhertin yan jî Kurd dê mecbur bibin xwe li himber herdu rêxistinên terorist biparêzin.Nûçe/AnalîzRojevakurd 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: