Li Rojavayê Kurdistanê li bajarokê Tirbespîyê, hevalbendên PYDê cardin bi awayekî ne mirovane erîşê avahiya ENKSê kirin. Vê carê avahî ne şewitandin, lê ya hê jê xirabtir kirin û hinek wêne û nameyek bi zimanê Erebî avêtin hewşa avahiya ENKSê.
Nameya ku hiştîn tê de dibêjin: Emê siyaseta we ya terorîst rawestînin Şehîdên me xêza sor e û hunê bihayê wê deynin
Herweha li hewşa malên hin endamên ENKS li wî bajarî namên tehdîdê hiştin û tê de ew weke xayin li qelem dan.
Armanca van kesan ji van cureyê qaşo çalakî ne kifş e.Lê dê ENKS her ji bo destxistina mafên rewa yên miletê Kurd li Rojavayê Kurdistanê xebatê bike û tu cara ji van tehdîtên tirsonek re cih vale nahilê.