PolîtîkRojev

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandeke serbaziya Amerîkî kir

 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya General Kiss Philips Berpirsê Bilinda Serbazî û Berpirsê Nivîsîngeha Alîkariya Emnî ya Amerîkî li Iraqê kir.‏

Li civînê da pêşhatên emnî yên dawî yên li Iraq û rûbirûbûna gef û metirsiyên Da’îş hate nirxandin û tekez li ser girîngiya alîkarî û ‏hemahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê kirin, bi taybetî jî li wan navçeyên ku valahiya emnî têda heye.‏

Li mijareke dinê civînê de behsa hengavên dawî ya proseya ‏çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge kirin û her du alî hevra bûn li ser girîngiya ‏yekxistina Pêşmerge û berdewamiya piştgîriya Amerîka ya ji bo proseyê û ji bo ‏pêşkêşkirina meşq û rahênanê bi Pêşmerge bi pêwîst zanîn. Her li vî derbarî de ‏şandê spasî rola Serok Nêçîrvan Barzanî ya li proseya çaksazî û ‏yekxistina Pêşmerge da kir.‏

Şanda Amerîkî dûpat kir ku rûbirûbûn û têkşikandina Da’îş ya ji bo Amerîka karê pêşîneye û bi vê navê da jî ji nêzîk ve li karkirina li gel ‏hevbeşên li Iraq û Herêma Kurdistan û navçeyê berdewam dibe, ‏xweşhaliya xwe jî bi hevkariya Pêşmerge û artêşa Iraqê derbirî.‏

Peywendiyên Hewlêr – Bexda, metirsî û gefên Da’îş li Sûriye û rewşa wargeha Elhol li Sûriye, pêşhatên dawî ya rewşa şer li Ukranya û ‏çend pirseke dinê girîng û hevbeş bûn, mijarên dinê vê civînê bûn.

Back to top button