Civak

Vê carê ne fîlmê Hindî ye, belku rastî ye

Lîstikvanê navdarê Hindî Emir Xan(Amir Khan) ji bo alîkarîkirina kêmderamet û hejaran helmeteke alîkariyê destpêkir û ragihand ku wê 1 kg ard serê her malekê dabeş bike.

Her wiha piştî ragihandina helmetê gelek kesên ku alîkariyê biçûk didîtin nedihatin û alîkariyê wernedigirtin, bi tenê ew kesên ku birastî jî pêdiviya wan bi wê alîkariyê hebûn hatin û 1 kg ard ji bo xwe birin.

Ew kesên ku hatin û alîkariyên xwe wergirtin, dema çûn mala xwe û kîsa ardê vekirin, dîtin ku 15.000 Rupiyê Hindî pere jî di nava ard da heye. Bi vî awayî jî alîkariya Emîr Xan birastî jî gihîşt destê wan kesên ku birastî pêwîstiya pê heye.

Back to top button