Parlementoya Kurdistanê bê ku YNK amade bibe civiya û desteya serokatiya parlementoyê bi hilbijartin destnîşan kir. Parlementera PDKê Vala Ferît wek seroka parlementoyê hate hilbijartin. Vala Ferîd bi 64 denga bû aeroka parlementoyê.

Li gor encamên dengdanê ji desteya Serokatiya Parlamentoyê Vala Ferîd bi 64 dengan bû Seroka Parlamentoyê, herwiha Sîpan Salim ji firakisyona Nifşê Nû 8 deng anîn û 3 dengên  jî spî bûn û dengê xwe nedan tu kesekî.

Ji aliyeke din ve jî Hêmin Hewramî ji firakisyona PDKê bi 68 dengan posta Cîgirê Serokê Parlamentoyê bi dest xist û kandîdê nifşê Nû tenê 8 deng anîn.

Herwiha bo posta Sekreterê Parlamentoya Kurdistanê Mûna Qehwecî ji pêkhateya Turkmen bi rîjeya 60 dengî bi destxist û firakisyona Nifşê Nû tenê 8 deng anîn.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: