USA TODAY: Pêwîste Amerîka ji Kurdistanê fêr bibe

Nivîskar Kathy Ireland li rojnameya Usa Today ya Amerikî de babeteke bi navê (Kathy Ireland: How lesson about tolerance in Kurdistan can help Americans overcome racism) Kurdistan dikare me Amerikiyan fêrî pêkvejiyanê û hevdû qebulkirinê bike nivîsiye.

Kathy Ireland nivîsiye: Di demên herî dilgiraniya jiyana me de yekem tişta ku civaka Amerîkî hizra wê bike ji regezperestiyê pêkhatiye.Ji bilî wê yekê Dr Martin Luther King gelek şîretê li me kir û behsa ewe kiriye ku hîç kes û tiştek nikarê asta te nizm bike, eger rika te lê nebê. Ji bo wê yekê pêwîste rik nehêlîn, heta ast nizim nebin. Pêwîste em nerm û niyan bîn. Me Amerîkiyan niha ji hemû demê zêdetir pêwîstiya me bi wê yekê heye li ser demargîrî û regezperistiyê zal bîn. Ji bo eve jî girînge ji Kurdistanê fêrî lêborînî û fireh çandiyê bibîn. Ewê li wê tê jiyan li Rojhilata Navîna pir li karesat, xweşiktirîn mînaka pêkvejiyana hemûyane bi bê cûdahî û bêyî hîç tundutîjiyek.

Dr King dibêje: Niha dema eweye em siyaseta xwe ya niştimanî ji nava çirava sîstema regezperestiyê derbixe ser zinareke bi hêz û li ser hêza keramet û rûmeta mirovatiyê ava bikîn. Eve jî bêyî tundutîjî, tenê li rêya pêkanîna dadperwerî û evîniyê pêkbînîn, bêyî ku dijmin ji bo wê zêde bikîn.

Kerameta mirov dûreyeke bihadare û pêwîste bihaya wê bizanîn. Bi vî awayî dikarîn li nava evînî û aştiyê da bijîn. Min gelek caran hizra ewe dikir ku ev axaftinên Dr King çawa dikare bibin rastî. Dema ku li 2014 min hewl da di derbarê komkujiyên nijadî ya pêkhatên Rojhilata Navîn re rûbirû bibim, bi taybetî ew tawanên mezinên ku ji aliyê Da’îş ve li ser wan de hat, ez şerefmendbûm bi nasîna Tina Ramirez damezrêner û Seroka saziya Hardwired Global ya fêrkarî û bêberanber. Ez bûm yek ji şahidê encamên karên wan yê gelek baş.

Tina û tîma wê ya rêxistinê bi tevahî rik û dirindeyiya beranber bi pêkhatên navçeyê ezmûn kiribû û sîtem û zordariyên wan dîtibû. Dawiyê de min jî li gel wan geşt kir û çûme Hewlêra paytexta Herêma Kurdistana li Iraqê. Li wir me serdana koçberan kir, bo ku rêyek peyda bikîn heta alîkariya wan bikîn. Ji bilî wê yekê ku li navçeyê de Êzîdî û Krîstiyan û Turkmen û Şebek û Sabîe û civakên neteweyî û olî yên gelek cûda hebûn û li navçeyên bin destê Da’îş dihatin komkujî kirin, lê belê hemû li Hewlêrê û li Herêma Kurdistanê pêkve dijiyan. Her wiha koçberan jî kêşeyên wan bi vê pêkvejiyanê nebû.

Tiştek ku gelek balkêşbû ji bo min, li nava wê jîngeha pir li kuştin û birîn û nîjadperestiyê de, ewe bû li Herêma Kurdistanê û li Wezareta Olan, hemû nûnerê xwe hebûn û hemû ol û mezhebek bi fermî li Kurdistanê hatiye naskirin û ti pirsgirêk û kêşeyeke wan tûne. Li gel ewe da jî sîstema xwendinê de pêdaçûneke zêde kirin û hemû çîrok û serhatin û bingehên ola xwe xistin nava xwendinê, Misilman û Krîstiyan û Êzîdî û Zerdeştî û Kakayî û Behaî û her wiha Cihû jî li vê Herêmê de rêz li wan tê girtin û hemû wekî mirov têne temaşe kirin. Eve jî beşeke nû bû li dîroka Iraq û navçeyê de ku min tiştek li ser nebihîstibû.

Li wir civakeke pir li keramet û rûmet û wekhevî û azadiya olî heye û mamosta bi tu awayekê ders û waneyên regezperestiya neteweyî û olî nabêjin, belku eve tişteke gelek xerîbe, li navçeyê û zarokan komkirin û li baxçeyek bûn daxwaz ji wan hate kirin her yek ji wan gulek jê veke, tenê gulê zer nebê, paşê daxwaz ji zarokan kirin temaşa baxçeyê bikin û ji wan re gotin ku hemû rengên jiyan mirinê li bexçeyê û yek reng ma, eve jî kêşe li jiyanê dirust dike, eger hemû reng bi pêkve li bexçeyê bin, gelek xweşiktir dibê. Eve pendeke xweşik bû ji bo zarokan û li paşeroj û piştî mezinbûna wan jî bandoreke mezin li ser ji navbirina tundutîjî û regezperestiya neteweyî û olî û hemû cûreyên din de dibe.

Ewê min li Kurdistanê dît tu demekê li Amerîka min hest pê nekiriye. Me kêmtirîn girîngiyê li wî warî daye, her eve jî sedemeke ku regezperestî û tundutîjî li Amerîka zêdeye û ewê behsa wê tê kirin rêjeyeke kême û rastiyeke zêde diyardeya metirsîdar ya regezperestiyê têda heye û kes girîngiyê nadiyê.

Pêwîste ji wan fêr bibîn û dawiyê bi regezperestiya li Amerîka bînîn.

Em dikarîn ji Kurdan fêrî pêkve jiyanê bibîn, bi piştrastiyê ve pêwîste em jî ders û waneyên bexçe û gulên reng û reng ji zarokên xwe re bibêjîn, wan têbigihînîn ku cûdahiya çand û reng û nîjad û netewe û ol, komek gulên reng û rengin û bi pêkve bexçeya me ne ku niştimanê me hemûyane û jêre dibêjin Amerîka û wê xweşiktir dikîn. Eger yek cûre gul û li yek reng hebê, bi piştrastiyê ve bexçeya me nexweşik û bêzarker dibe.

Bi tu awayekê nikarîn wê cûre pêkvejiyana li Kurdistan heye, li Amerîka li rêya dadgeh û yasayên Kongres pêkbînîn. Pêwîste em zarokên xwe fêrî lêborînî û çandeke dewlemend bikîn û baweriyeke bi hêz bi hizra wan çêbikîn ku cûdahiyên me, me xweşiktir dikin, tenê rêyek heye ew jî pêkhatiye ji dûbarekirina ezmûna Kurdistanê li tevahiya Amerîka û kok û rahên regezperestiyê li civaka Amerîka de nehêlîn ku li gel damezrandinê ve hebûna xwe heye û heta niha jî li hizra hemûyan de çalake.

Kathy Ireland çalakvaneke warê mafên mirovane û Şêwirmenda xwebexş û dilsoza saziya Hardwired Global e li malpera “USA TODAY” de dinivîse.

Nerîna min :