
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê serpereştiya civîneke lîjneya bilinda rûbirûbûna Koronayê kir û got: ji ber siyasîkirina babetê û pêgirnebûna bi rêkarên virusa Korona, hejmara pêketiyan û miriyan roj bi roj li bilindbûnê daye.
Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê roja dûşemê 13ê temmûza 2020 li rêya vîdeo konferansê serpereştiya lîjneya bilinda Wezaretan ya ji bo rûbirûbûna Koronayê kir û balkişand li ser wê yekê û got: “Mixabin ji ber siyasîkirina babetê û pêgirnebûna bi rêkaran, hejmara pêketî û miriyan roj bi roj li bilindbûnê daye. Ji bo wê yekê careke din daxwaz ji welatiyan dikim ku pêgiriya rêkarên tendirustiyê bibin û parastina xwe û kesukar û civata xwe bikin”.
Li gor rêkarên xwe parastinê yek ji biryarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ewe ku lepik û rûpêçan bi awayeke neçarî li ber bikin.