UNCHR Spas ji bo alîkariyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî
Bi mebesta agahdarbûna li rewşa koçberên Rojavaya Kurdistanê û çawayiya xizmetkirina wan ya li kampên Behirke, Kevirgosk, Quştepe û Basirme, Serokê Rêxistina UNCHR serdana binkeya Dezgaha Xêrxwaziya Barzanî li kampa Kevirgosik kir û ji aliyê Musa Ehmed Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve hate pêşwazî kirin.
Li serdana xwe şanda rêxistina UNCHR ji bo wan komek û hevkariyên ku bi awayeke rêkupêk li gor bernameyekî têr û tije li ser malbatên koçberên Rojavayê Kurdistanê de dabeş dikin destxweşiyê li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir û hêviya serkeftinê ji bo Dezgaha Xêrxwaziya Barzanî xwest.
Ji aliyê xwe ve Musa Ehmed Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi şanda mîhvan ragihand: Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li gor bernameyekî tije tîmên Dezgeha me li ser hemû kampan (Kevirgosk, Behirke, Quştepe û Basirme) belav kiriye û bi awayeke rêkupêk komek û hevkariyê li ser wan de dabeş dikin. Ji bilî wê jî li gor wê bernameya ku me ji bo kampan daniye, bernameya pêdana xwarina sibehî an ku taştê bi cîh dikîn, ku rojane ji bilî pêdana xwarina sibehê çendîn pêdiviyên din jî li ser van malbatan dabeş dikin.
Heman demî de li dema serdana kampên koçberên Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve hevkariyeke berfireh tê kirin, tîma medyayî ya telefizyona CNN û kanalên biyanî serdana Binkeya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya li kampa Kevirgosk, Behirke û Quştepeyê kirine têde destxweşiyê li karmendên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kirine ku bi awayeke berdewam û bê rawestan helmetên dabeşkirina yarmetî û hevkariyan berdewam kirine.
Her heman rojê şanda rêxistina Heyva Sor a Iraqî bi mebesta ji nêzîk ve agahdarbûna karubarê rojaneya koçberan û çawayiya xizmetkirina wan serdana binkeya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya li kampa Behirkê kir û ji aliyê Musa Ehmed Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve hate pêşwazî kirin. Li hevdîtinê de şanda mîhvan destxweşî û spasiyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya li xizmetkirina malbatên koçberan kir.