Un Ponte Per: Ewê li Sûriyê rûda nabê li Kurdistana Iraqê dûbare bibe

Rêxistineke mirovî ya Îtalî ji ber wê êrîşa operasyona artêşa tirkiye ya li ser Başûrê Kurdistanê rexne li civaka navdewletî digre û dibêje bêdengiyê hilbijartine.
Rêxistina UN Ponte Per ku tê wateya “Pirek ji bo”, li daxuyaniyek de dibêje: Eve çendîn hefteye operasyona tirkiye li “Kurdistana Iraqê” berdewame û ewe jî bandoreke neyînî li ser gundên parêzgeha Dihokê kiriye, bi taybetî jî gundên Krîstiyan nişînan ziyanmend bûne.
Li daxuyaniyê de dibêje: Êrîş ji 21 ê hezîranê ve berdewamin û civaka navdewletî jî bêdengiyê hilbijartiye, xelk jî tirsa li destpêkirina êrîşa erdî û bejayî heye.
Her wiha Un Ponte Per behsa bandora operasyona tirkiye ya li ser niştimaniyên Başûrê Kurdistanê bi taybetî li devera Zaxo û Amêdiyê dike û dibêje: “Heta niha nêzîkî 21 gundên li nêzîkî navçeyên tixûbiyên tirkiye hatine vala kirin û bi vî awayî 13 hezar kes bi neçarî koçber bûne”.
Un Ponte Per çendîn sale li Kurdistana Iraqê kar dike û li daxuyaniya xwe de operasyona tirkiye şermezar dike û daxwazê ji Hikûmeta Îtalya û Endamên dinên rêxistina Yekîtiya Ewrupa dike “destpêşxeriyeke bidin Enqere û Tehranê da ku yekser vê şerê rawestînin û serweriya tixûb û niştimaniyên Komara Iraqê biparêzin”.
Her wiha rêxistina mirovî dibêje: Li çendîn mehên derbasbûyî de binpêkirinên yasayên mirovî yên ji aliyê tirkiye ve li “Bakûrê Rojhilatê Sûriya” (Rojavayê Kurdistanê) dîtine, eve jî dema operasyona tirkiye buye û bû sedema wêrankariyeke mezin û koçberbûna xelkê wan navçeyan ji bo wargehan.
Her wiha dibêje nabê civaka navdewletî rê bide tirkiye ew karê li Rojavayê Kurdistanê rûda niha jî li Herêma Kurdistanê dûbare bibê.