Cîhan

Turkish Airlines geşta yekemîn bo Silêmanî dest pê dike

Biryare sibe kompaniya esmanî ya Tirkiyê Turkish Airlines geşta xwe ya yekemîn bo Silêmaniyê encam bide. Ji bo vê armancê jî wê di nava firokexaneya Silêmaniyê de merasîmek bê encamdayîn.

Sibe di saet 10.00an de wê kompaniya Tirkiyê ya bi navê Turkish Airlines yekemîn geşta rasterast bo Silêmaniyê dest pê bike. Di nava wê geştê de jî gelek kesayetên tirk ên giring û rojnamevanên tirk wê bên Silêmaniyê. Ji ber wê armancê jî wê merasîmek mezin bi tevlîbûna hêjmarek berpirsên bi pile bilind bê sazkirin.

Piştî ku Turkish Airlines geşta xwe ya bo bajarên wekî; Hewlêr, Bexda, Necef û Besra dest pê kir, wê sibe Silêmanî bibe bajarê pêncemîn ku ew kompaniye geştên xwe bo encam dide.

Wê geşta Turkish Airlines heftiyê 4 caran rasterast ji Stenbol bo Silêmaniyê bê encamdayîn û wê kiriya bilêtê jî 438 dolar be. Piştî xeta esmanî ya Urdunê ya bi navê Şaneşîn, xeta esmanî ya dûwemîn û fermiye ku geştên xwe bo Silêmaniyê encam bide.

Piştî ku 29ê Adara borî serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan Firokexaneya Hewlêr ya Navnetewî vekir, biryar da ku Kompaniya Turkish Airlines geştên xwe yên bo Herêma Kurdistanê dest pê bike.

Back to top button